Hêzên Ked û Demokrasiyê ji Kadikoyê piştgirî da Rojava

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê piştgirî da Rojava êrîşên HTŞ-DAÎŞê şermezar kir.

1 deqe xwendin
Hêzên Ked û Demokrasiyê ji Kadikoyê piştgirî da Rojava

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, di çalakiyeke girseyî êrîşên HTŞ û DAIŞê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan  şermezar kir. Girseya ku li navçeya Kadikoyê kom bûn çalaki li dar xist. Di çalakiyê de pankarta "Li Rojhilata Navîn ji emperyalîzmê re bêjin na, li Sûriyeyê ji tarîtiya HTŞ’ê re bibêjin na" vekirin.   Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu, Hevseroka DEM Partiya ya Stenbolê Arîfe Çinar, nûnerên sendîka, partiyên demokratîk û partiyên siyasî beşdar bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî xwişk-biratiya gelan" û "Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" berzkirin.

Berdevkê demê yê Platforma Şaxên KESKê yê Stenbolê Huseyîn Ozev daxuyanî da. Huseyîn Ozev anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran sivîl di bin dorpeçê de ye û wiha axivî: “Biryara agirbestê heye lê êrişên HTŞ’ê didomin û ev êrişên HTŞ’ê sûcên şer in. Ji ber ku bajar tên dorpeçkirin gel bêav û bênan maye. Gelên herêmê bi giştî di bin gefa komkujiyê de ne. Di bin dorpeça HTŞ’ê de heta niha herî kêm 6 zarok jiyana xwe ji dest dane. Hê jî bi hezaran zarok di bin dorpeçê de ne. Gel nikare xwe bigihijîne xizmetên tenduristiyê. Di di xala yekemîn a peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de tê gotin ku ‘Mafê jiyanê ya her zarokî heye.’ Mafê jiyana ya gelekî bi sistematîk ber bi tunebûne ve birin sûcek navneteweyî ye. Dorpêça li Rojava sûcê şer e. Bêdengî şirîkatiya vî sûcî ye.”

Huseyîn Ozev destnîşan kir ku ew bang Neteweyên Yekbûyî dikin ku divê demildest dorpeça li ser Rojava bê rakirin û got: “Divê êrişên li ser cihên av, nan û dermanxaneyan bê rawestandin. Korîdora mirovî bê vekirin. Li Rojava ne tenê sivîl di bin dorpeçê de ye, berxwedana jinan û berxwedana azadiyê di bin dorpeçê de ye. Divê hevgirtin bi lezgînî wer xurtkirin.”