Hikumeta Şamê 5 girtiyên ji Şêxmeqsûdê kuştin

SOHRê ragihand ku rayedarên girtîgehên hikûmeta Şamê di girtîgehan de 5 girtiyên ji taxa Şêxmeqsûdê bi îşkenceyê kuştine.

1 deqe xwendin
Hikumeta Şamê 5 girtiyên ji Şêxmeqsûdê kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku 5 girtî di bin îşkenceyê de li girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan. SOHRê da zanin ku ev binpêkirina eşkere ya mafên mirovane.

SOHRê diyar kir ku 4 kes ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne, piştî di bûyerên 26ê Çilyê li her du taxan de hatin girtin, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da. SOHRê destnîşan kir ku girtiyê din jî Elewî ye, di 9ˊê Çileyê de li girtîgeheke hikûmetê ya li bajarê Humsê ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.