HSDê piştî hevdîtina Fransayê daxuyanî da

HSDê têkildarî hevdîtina ku li Hewlêrê navbera şandeya HSDê û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê hatî kirin daxuyanî da û got, di hevdîtinê de bi cih anîna peymana 29ê çileyê, ewlehiya herêmê û rola YPJê hatin nirxandin.

1 deqe xwendin
HSDê piştî hevdîtina Fransayê daxuyanî da

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, endama fermandariya Giştî ya HSDê Rohilat Efrîn û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed duh li Hewlêrê bi wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot re hevdîtin kir.

Navnda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê hevdîtinê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di civînê de rêbaz û mekanîzmeya pêkanîna peymana 29ê Çileyê hat nîqaşkirin û wiha hat domandin, "Teqezî li ser vê yekê hat kirin ku divê peyman bi temamî were bicihanîn. Her wiha berdewama têkoşîna hevbeş a li dijî rêxistina DAIŞê, mîsogeriya ewlehî û navendên ragirtina çekdarên rêxistinê û malbatên wan hatin nîqaşkirin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku di hevdîtinê de teqezî li ser girîngiya parastina taybetmendiyên herêmên kurdan û parastina mafên gelê kurd ê li Sûriyeyê hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî di nav de mijara entegrasyona hêzên leşkerî û ewlekariyê bi hemû hurguliyên wê hatin nîqaşkirin, ku bikeve xizmeta ewlehiya tevahî herêmê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wezîrê karên derve yê Fransayê piştgiriya welatê xwe bi pêkanîna peymanê ragihand û girîngiya vê pêvajoyê di xurtkirina ewlehî û domandina têkoşîna li dijî terorê de vegot.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Fermandariya HSDê careke din babendîbûna xwe bi pêkanîna peymana 29ê çileyê, şopandina xebata têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê û garantiya ewlehiya navendên ragirtina çekdarên rêxistinê û malbatên wan anî ziman. Her wiha bal kişand ser girîngiya vegera koçberan li herêmên xwe, bi taybetî yên Efrîn û Serêkaniyê, girîngiya beşdariya çalak li ser asta nîştimanî da ku çareseriyeke siyasî ya giştî pêk were ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê mîsoger bike. Fermandarê Giştî yê HSDê pesnê rola erênî ya Fransayê di vê pêvajoyê de da ku piştgirî da hewldanên aştî û istiqrarê."