HTŞ agirbestê binpê dike û gundên Til Temirê bombe dike

Çeteyên HTŞ û DAIŞê ku hêza xwe ji Tirkiyeyê digirin gundê El Xêbiş û Dêra gundê Til Cuma yê Asûrî yên Til Temirê topbaran dikin.

1 deqe xwendin
HTŞ agirbestê binpê dike û gundên Til Temirê bombe dike

Nûçegihanê ANHAyê binpêkirina agirbestê ya HTŞ û DAIŞê belge kir. Dîsa li ruxmê agirbestê HTŞ û DAIŞê gundên El Xêbiş û Dêra gundê Til Cuma yê Asûrî yên li rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi çekên giran topbaran dikin. Nûçegihan diyar kir ku ji ber topbarana li ser Dêra Til Cuma zirarên madî çêbûn.