HTŞê li ser Siwêdayê ciwanek kuşt
Çeteyên HTŞê li gundê Mecdel ê Siwêdayê ciwanek kuştin û 3 kes jî birîndar kirin.

Çavkaniyan, hêzên hikumeta demkî yên li gundê rojavayê Siwêdayê bi cih bûne, bi çekên giran êrîşî bajarokê Mecdel ê bakurê rojavayê Siwêdayê kir. Di êrîşê de, ciwanê 30 salî Ranî Basil Neîm kuşt. Çavkaniyan daxuyand ku 3 kes jî birîndar bûn.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihandibû ku hêzên hikumeta demkî ji vê sibehê heta danê piştî nîvro bi doçka, hawan û dronan êrîşî eniyên rojavayê Siwêdayê kirin. Fermandariyê bi bîr xistibû ku hêzên hikumetê bi 8 guleyên hawanê yek li nava taxan ket êrişî bajarokê Mecdel kir, komekê jî hewl da bikeve bajarokê Mezreayê. Lê yekîneyên Parêzvanên Niştîmanî bersiv da van êrişan.


