Hunereke Ne-Newtonî

Nivîskarên ku ji dêvila zimanê gelê xwe û bi zimanê mêtinger, dagirker û ‘pispor’ên wêjeyeke dîtir dinivîsin jî şîretan li wêjeya bi zimanê gelê te dikin. Di dawiya dawîn de, ev hemû, hewldan û derbên ji derve ne û di kategoriya ‘dermal’ê de ne.

1 deqe xwendin
Hunereke Ne-Newtonî

Zanyar Isaac Newton ê ku di warê fîzîk, matematîk, astronomî û gelek warên din de ked daye; bi gelek teorî, qanûn û îcadên xwe tê nasîn. Yek ji van qanûnên wî jî ‘Qanûna Vîskozîteyê (tîrbûn)’ ye ku di salên 1690î de daniye holê. Li gorî vê qanûna wî, tişta ku vîskozîte (tîrbûna) wê sabît be, di navbera berteka li hemberî herikîna wê û leza herikîna wê de têkiliyeke yekser heye. Mirov avekê bera cihekî bide, heke ew der cemed be wê av zû biherike lê cihekî kelemkotî û girûzerkî be, av wê hêdî biherike. Yan jî mirov tasek av biavêje dîwar, leza avêtinê çiqasî zêde be wê av evqasî li ser dîwar belav bibe. Piraniya madeyan li gorî qanûna fîzîkê tevdigerin. 

Lê 200 sal piştî vê Qanûna Tîrbûnê ya Newton, zanyaran hin made keşf kirin û dîtin ku ev made li gorî vê qanûnê tevnagerin. Ligel ku Newton digot tîrbûn nirxeke sabît e lê hat dîtin ku hinek made hene tîrbûna wan ne sabît e, li gorî hêz û tevgera li ser wan diguhere. Dema ku mirov nîşasta û avê tevlihev bike (navê wê yê taybet, Oobleck), ev tişta ku dişibe wekî joleyê li hemberî derbên ji nişka ve hişk dibe, lê ku mirov hêdîka wê bieciqîne, wê destê mirov tê re biçe xwarê. Heke mirov hêkekê ji jor ve bera ser vî tiştî bide, wê hêk bişikê lê mirov hêkê hêdîka bera nav wê bide, ew ê hêk bigihîje binî. Ji ber vê taybetiya wan, ji madeyên wisa re tê gotin ‘ Madeyên Ne-Newtonî (Non-Newton).’ 

Ev madeyên ku di labarotûwaran de, bi kelijandin û tevlihevkirinê tên çêkirin, gelek çeşîdên wê hene û di gelek qadên cihê de tên bikaranîn. Taybetiya van tiştan a sereke ev e ku, li hemberî derbeke bilez û hişk, ew jî bi lezgînî hişk dibin; lê li hemberî nêzikbûneke nerm û hêdî, ew jî nerm dibin. Ev tiştên ku heta niha hatin qalkirin ji bo fêmkirina ‘Hunereke Ne-Newtonî’ agahiyên kurt bûn.

Gelo mirov dikare vê taybetiya madeyên Ne-Newtonî li qada huner, wêje, siyaset û ramyariyê bîne? Gelo dibe ku berhemeke hunerî li hemberî derbên wekî mêtingerî, dagirkerî, faşîzm, nijadperestî, zayendperestî, olperestî û her cure rê û rêbazên tehakum, çewisandin û dîktatoriyê; bi heman tundiya li dijî wê tevbigere û nehêle ev derb ti xisarê bide wê; lê pê re jî bihêle ku nêrîn û analîzên nerm û hêdî dikaribin kedxwarî, neheqî, tektîpkirin, nakokî, hiyerarşî, zext û zordariyên di nav wê de binirxîne, ji hev veçirîne û li bêjingê bixîne? 

Huner an jî metodolojiya Ne-Newtonî di cewherê xwe de nêzîkatiya li ‘dermal’ê (derveyî malê) û ya ‘navmal’î (ji malê ye). Mêtinger dibêje ‘zimanê te tune ye’, dagirker dibêje ‘zimanê te heye lê wêjeya te tune ye’, ‘pispor’ên ku dibêjin em ne mêtinger û dagirker in jî dibêjin ‘di wêjeya te de filan roman û çîrokên li ser filan tiştî tune ne’. Nivîskarên ku ji dêvila zimanê gelê xwe û bi zimanê mêtinger, dagirker û ‘pispor’ên wêjeyeke dîtir dinivîsin jî şîretan li wêjeya bi zimanê gelê te dikin. Di dawiya dawîn de, ev hemû, hewldan û derbên ji derve ne û di kategoriya ‘dermal’ê de ne. Bersiva van hemû êriş, hewldan, tehakum û niqurçdanan divê bi tundiya ku ew dikin, were dayîn. Ku li hemberî wan dîwarekî ji pola hebûya, em dev ji êriş û tevgerîna ji nişka ve berdin, wê ev îxtimal jî nehata bîra wan, lê ji ber ku li hemberî wan ji dêvila dîwarekî ji pola, madeyeke herikokî û nerm heye, çavên wan te dibire ku te zîval zîvalî bikin û ji halekî têxin halekî din. Ew bi çeka xwe ya serwerî û hiyerarşiya bi darê zorê ya ku di temamê dîrokê de di ber wê de bû, xwe wekî xwediyê gotina teqez dibîne ku kes li hemberî wê nikare bibêjê kirt. Bi vê bixwebaweriya ku bi desteserkirinên ji dîrokê bi dest xistiye, bi nêteke desthilatdar xwe dipijiqîne ser te. Ji ber ku ew destê wan ê ku ber bi mirov ve dirêj dibin tacîz in, rexneyên wan çêr in, şîretên wan diyarkirina çarçoveya qanûnên wan ên li dijî demokrasiyê ne, gotinên wan gef in, piştgiriya wan provokasyon û gurkirina ji bo şeran e, diayên wan ji bo sergêjkirin, tevizandin û pûçkirinê ne, libergerîna wan ji bo xapandinê ye. 

Ji aliyekî ve me li hemberî derbên ji derve betanekî tenik çêkir ku gule tê re naçin; ji aliyê din ve jî divê di binê wî betanî de em ‘navmalî’ li hev bibanin, dikaribin ew heman tiştên ku ji derve û nişka ve bi ser me ve dihat ku vê carê bi şertê ku hêdî be, nazik be, ne ji bo xerakirinê lê ji bo xwetevlêkirinê hatiye, dikaribe xwe pê re berdin. Di vê meseleyê de ji alav û daxwazê zêdetir; nêt û nêzikatî girîng e. 

Li ser meselê, di berhemên kurdî yên wêjeyî de heke karakterên antî karakter, vegotinên binerd (underground), dengê qehwexaneyên li gundan, çîrokên li kûaforgehên jinan, xem û hêviyên rêwîtiyên di otobusekê de hebin yan jî tune bin, nabe ku ev ji bo derba ji derve ya ku ji nişka ve bi lezgînî tê, bibe meseleya analîz, emeliyat û mudaxeleyê. Ji ber ku nêt û tevgerîna wê bixwe dibe kuştina karakter, binerdkirina erdê, dengbirîna li quncikekî gundekî, pêşvebirina jinan a ku li ser navê medenîkirinê tê kirin, wê bibe dûrxistina ji cewhera wê û zêdetirkirina rêyan a ji bo parçekirinê. Ji bo ku mirov dikaribe li odeyekê bijî pêdivî bi oksîjen û hewastendinê heye lê dema ku agir bi odeyê ket ji bo tefandinê pêdivî bi karbonmonoksît û hewanestendinê heye. Lê ev nêrîna ji derve tê; di dema jiyanê de dibe karbonmonoksît û hewanestendina ku mirovan dixeniqîne, di dema şewatê de jî dibe oksîjen û hewastendina ku agir gur dike. 

Heke pirs bi nêteke xwetevlêkirinê, bi hewldaneke fêmkirinê û bi daxwaza hilgirtina bar, hêdîka û bi nermî were kirin; wê demê bi metodolojiya Ne-Newtonî em dikarin ji hev bipirsin; gelo ji civakeke ku 200 sal in bi karakterê wê hatiye lîstin, ma ne hewce ye ku karakterên ku hay ji vê rewşê hene rabin? Dema li ser gelekî beton hate rijandin, gelo em ê çawa ji binerd û binbetonan dengê xwe ragihînin derve? Em ê çawa qehwexaneyeke gundên xwe yên hatine şewitandin dîsa şên bikin? Em ê çawa dikaribin çîroka Mem û Zînê ya ku di Newrozê de jin û xort hev dibînin, bînin li kûaforeke jinan a li taxekê bi cih bikin ku jinek him ji bo heyecana Newrozê û him jî bi îxtimala ku ew ê hezkiriyê xwe bibîne, porê xwe çêdike û xwe dixemilîne? Heke ew ê destarê van meseleyan bi destê navmaliyên di nav malê de were gerandin, em dikarin bi nermî qirika xwe li hev biqetînin. Lê heke ew ê ji dêvila van destarên bi reaksiyon û helwesteke palûteyî hatine gerandin; wê aşên bi xwînê bigerin ku ji bo mudaxeleyê ji derve tên transferkirin û nêta wan ev e mirazê me di qirika me de bimîne; wê demê em ê jî bibêjin serdestî û desthilatdariya we ya bi lezgînî bi ser me de tê; ew ê di destarê me de were hêrandin a ku beriya her tiştî me bi destê xwe bindestiya xwe tê de hêraye.