Hunermend çûn Rojava
Hunermendên kurd Diyar Dêrsim, Hozan Şemdin û gelek hunermendên din ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava derbasî Rojava bûn.

Gelek hunermendên kurd ku di navde hunermend Diyar Dêrsîm, Ozan Şemdîn jî hene, ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Şandeya ku ji hunermend Diyar Dêrsim, Hozan Şemdîn, Gulbihar Rehîm, Luqman Salim Fetah û Rênas Sedî, nivîskar Kaşker Xorşîd, lîstokvan Denîz Nagî û rojnamevan Danyal Cemîl pêk tê, ji bo piştgirî bide berxwedan û seferberiyê çû Rojava. Şande di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbas bû, li vir ji aliyê gel ve bi coş hate pêşwazîkirin.
Şande, wê biçe serdana saziyên çand û hunerê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl.


