Îlham Ehmed: Destkeftiyên mezin dê bên bidestxistin
Îlham Ehmed diyar kir ku “lîstikên mezin hene, divê gel ji wan hişyar be” û got di destûrê de dê mafên gelê kurd misoger bibin û destkeftiyên mezintir dê werin bidestxistin.

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê têkildarî rewşa dawîn a li Sûriyeyê û peymana 29ê çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî de, civînek li Pirtûkxaneya Şilêr a li Qamişloyê li dar xist.
Di civînê de endamên Yekitiya Rewşenbîran, endamên saziyên sivîl û rûspî hazir bûn. Civîn ji hêla hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ve hate birêvebirin.
Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de got: "Di serî de li beramberî şervan û gelê me yê fedakar, em deyndarê wan in. Israra wan a ji bo têkoşînê, em jî daxwazên wan pêk bînin. Aramî, maf û azadiya gelê xwe jî bi cih bînin.”
Îlham Ehmed behsa pêvajoya heyî kir û wiha got: “Projeyek bi pêş ketibû, projeyek ji bo azadiya gelan bû. Lê niha hinek hesadiyet çêbûye. Bi taybet di mijara mafên gelan de. Di vî warî de gelek hesasiyet heye. Hinek jî dixwazin bi vê hesasiytê şerê navxweyî çêbe, gelek hewldan jî hene, bi taybet di navbera gelan de. Divê em hişyar bin. Projeya bi pêş ketiye di destpêkê de ji bo tevaghî gelan bû. Bi taybet mafên gelê kurd bû. Doza gelê kurd wekî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijîn, li beramberî wê siyasetên desthilatê yên ku hatine meşandin, hem demografiya heremê û zîhniyeta dane rûniştandin heya niha hewldanên heyî li ser esasê şeytankirina vî gelî ye. Bê maf û nasname hiştine. Hê li ser van kar dikin. Herwiha hin kes ji bo vê siyasetê dibin amûr.”
Îlham Ehmed wiha pê de çû: “Di navbera pêkhateyan de dixwazin şerê navxweyî derkeve. Fitne û kînê didin avakirin. Dixwazin gelê kurd ji holê rakin, armac jî û siyaset gelek diyar e. Me di destpêkê de hewl da em pêşiyê bigirin. Pêşiya fitne û fesada heyî bigirin. Herwiha gelê me bibe xwedî maf. Biryara ku ji hêla hikumeta demkî ve derketiye ya ji bo mafê gelê kurd, cara yekem ku biryareke wiha derdikeve ku kurd bibin xwedî biryar û nasname. Ev biryareke erênî ye. Ev yek jî dê bê şopandin. Herwiha şopandina wan biryaran ji hêla siyasî û qanûnî de em çawa dikarin bi cih bikin û paratîka wê li ser erdê pêk were.”
Îlham Ehmed li ser entegrasyonê jî got: “Wê firqe û lîwa ji bo Hesekê û Kobanê çêbin û hevalên jin jî cihê xwe di nav de bigirin. Herwiha ji bo mijara saziyên sivîl û çandî û ziman jî dê lihevkirin bê kirin. Muhafizê Hesekê diyar bû. Herwiha hin xal hene wekî deriyên sînor û ziman û hwd, nîqaş li ser wan tên kirin. Herwiha komîteyeke fermî ji bo destûrê nehatiye çêkirin, lê agahî dan ku komîteyek bê avakirin.”
Di dawiyê de Îlham Ehmed got: "Lîstikeke pir xerab heye. Divê em ji van lîstikan hişyar bin û bi têkoşîna siyasî em wan têk bibin. Armanca dijmin têkbirina gelê kurd bû, lê rola gelê kurd li pêş çavan bû. Yekitiya kurdan a dîrokî çêbûye. Ruh û destkeftiyên Rojava ev yekitî daye avakirin. Gotin, nivîsandin û pênûs ji fişekekê xurttir in. Di destûrê de dê mafên gelê kurd misoger bibin û em destkeftiyên mezintir bi dest bixin. Her astengiyeke derdikeve, em ê çareseriyekî bibînin. Herwiha ji bo koçberên Efrîn û Serêkaniyê û tevahiya koçberan xebat tê meşandin.”
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.


