Însiyatîfa Ji bo Zarokan Aştî: Deriyê sînor vekin
Însiyatîfa Ji bo Zarokan Aştî têkildarî ambargoya li ser Kobanê ji rêyedarên Tirkiyeyê xwestin ku demildest deriyê sînor vekin.

Însiyatîfa Ji bo Zarokan Aştî ên ku ji Stenbol, Enqere, Îzmir, Riha, Wan û Amedê hatin Rihayê, ji bo parastina mafê zarokan li navçeya Pirsûsê daxuyanî dan. Komê di daxuyaniyê de pankartên "Ji bo zarokên welat dorpêçê bişkînin" û "Tişta ku di navbera sînoran de asê maye ne zarokin mirovahî ye" vêkirin. Parlamenterên DEM Partî endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girseyê li vir dirûşmeyên "Bijî berxwedana zarokan", "Zarok Jiyan aştî", "Li Kurdistanê zarokbûn polîtîk e" berzkirin. Girseyê dovîzên "Ji bo Zarokan aştî" û "Ji bo Zarokan jiyaneke bi rûmet" hilgirtin.
Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku şer herî zêde bandorê li zarokan dike û got: “Divê deriyê sînor ê Kobanê demildest bê vêkirin.”
Ji Însiyatîfa Ji bo Zarokan Aştî Eylem Kayaoglu jî daxuyanî xwend Eylem Kayaoglu, diyar kir ku ambargoya li ser Kobanê û êrişên DAIŞê li ser Rojava zêde bandorê li zarokan dike û got: "Girtina deriyên sînor, bi taybetî derîyê Murşitpınarê, rê li ber gihîştina alîkariya mirovî a Kobanê û derdorê digire. Ev binpêkirineke ya Peymana Cenevreyê û qanûna mirovî ya navneteweyî ye. Venekirina deriyên alîkariya mirovî her ku diçe xetereya jiyana zarokan zêdetir dike.”
Eylem Kayaoglu xwest ji bo ewlehiya zarokan, rayedar bi lêzgînî daxwazên wan pêk bîne û got: Divê Deriyê Sînora Murşitpinar û hemû rêyên mirovî bi lez bên vekirin. Xwarin û derman bên şandin. Divê mekanîzmayên serbixwe û navneteweyî sûcên li dijî zarokan ên ji aliyê rejîma Sûriyeyê û HTŞê ve hatine kirin lêpirsînê bikin û sucdaran darizînin. Divê binçavkirin, girtin, îşkence û muameleya xerab a li dijî zarokan bi dawî bibe. Divê hemû pratîkên ku "statuya zarokatiyê" ya zarokan ji holê radikin, werin bidawîkirin.
'Ambargo ji bo zarokan xetereyeke mezin e'
Parlamentera DEM Partî Berîtan Guneş Altin jî destnîşan kir ku ji Pirsûsê bang dikin ku deriyê sînor vêkin û got: "Heta zarok li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bigehejin mafên xwe dê têkoşîna me bidome. 20 rojin li ser Kobanê ambargo heye. Tevî agirbestê jî ambargo didomê. Ji bo wê em bang li rêyedarên dewletê dikin ku deriyê sînor vêkin.”
Girse piştî daxuyaniyê bi meş û dirûşmeyan derbasî avahiya DEM Partî bûn.


