Îran çiraveke bêserûber e

Di şerê navbera Îran û Amerîka, Îsraîlê de, hilweşandina rejîma Îranê ya bi rêya lêdanên hewayî wê di demeke kin de çareseriyeke ew dixwazin bi xwe re neyne û rewşa gelemperî dijwartir bike. Divê Amerîka û Îsraîl li rêyên destekdana mixalefeta Îranê bigerin û hewil bidin rejîmê bi serhildanên hundirîn têk bibin.

1 deqe xwendin
Îran çiraveke bêserûber e

Dewletên Amerîka û Îsraîlê bi hemû hêza xwe nêzî mehekê ye li dewleta Îranê didin û Îran jî bi hemû hêza xwe li dewletên kendavê û cîranên xwe dide. Ev lêdan dikare bi meh û salan bidome, heta ku febrîqeyên çekan ên her sê aliyan kar bikin. Di dîroka şerên modern de hatiye dîtin, ku rejîmek tenê bi êrişên hewayî nakeve û pêwîstî bi şerê li ser erdê heye. Iraqa Sadam Huseyîn mînakeke balkêş a vê yekê bû. Amerîka li Kuweytê lê da, ew lawaz xist, bi paş de vekişandin. Lê hikûmeta Sadam neket û ma. Heta Amerîka di sala 2003an de leşkerên xwe ajotin ser.

Bêguman Îran ji Iraqê hema bêje sê qat mezintir û xwediyê gelheyeke derdora 80 milyonî ye. Dîsa rejîmeke olî ye, ku bi milyonan mirov bi tirsa xwedê û cîhaneke din bi rejîmê ve hatine girêdan û birçî û belengaz bin jî bi murîdî xizmetê ji rejîma zilmê re dikin. Gava şerekî bejayî were destpêkirin, wê rejîma Îranê vî aliyê olî bi kar bîne û ji aliyan bê hesap kuştî çêbibin. Jixwe dewleta Amerîka wek di hemû şerên dide destpêkirin de ger biryara operasyoneke bejayî bide, wê bixwaze hêzên niştecih bi kar bîne û leşkerên xwe biparêze. Mînaka vê ya herî nû, me li Sûriyeyê li hember rejîma Esad û di şerê li hember DAIŞê de dît. Li wê derê hêza kurdan derxist pêş. Lê gava pişta dijmin hat şikandin, dev ji kurdan berda û rê li ber dewleta tirk vekir, ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir bike, bi pey vê re teroristekî ku ji bo serê wî deh milyon dolar pere danîbû, anî ser hikûmraniya Sûriyeyê û piştgiriya xwe ji kurdan vekişand, ku bi vê yekê bû sedema kuştina bi sedan ciwanên kurd û jidestdana destkeftiyên kurdan. Ji bo wê li Îranê ne kurd û ne jî hêzên din wê pişta xwe bi dewleta Amerîkayê germ nekin û xwe bi çavkorî navêjin nav şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de.

Amerîka û Îsraîl wê li Îranê bi gelemperî tenê bimînin û ev yek jî wê şerê heyî bide dirêjkirin û bibe sedema kuştina gelek sîvîlan. Di van 20 rojan de zêdeyî du hezar sivîl hatine kuştin, di rojên destpêka şer de hemû alî hewl didin ku zêde sivîl neyên kuştin ji bo berteka raya giştî nestînin, lê gava şer bidome, her ku dirêjtir bibe jimara kuştiyên sivîl jî wê zêdetir bibe.

Di vî şerî de ne tenê aboriya Îranê, xuya ye aboriya cîhanê jî ber bi xerabûnê ve diçe, ji ber ku her bihayê warîla petrolê bilind dibe, li welatan bihayê xwarin û vexwarinê jî bilind dibe û ev yek dike ku pereyê di bêrîka feqîran de jî kêm bibe.

Dewletên Amerîka û Îsraîlê ewqasî bi hêza xwe bawer bûn, lê, hat dîtin, ku nedikarîn çavdêriya neqeba Hurmizê bi dest bixin, ku herikîna neftê bidomînin. Ger roketên Îranê li Telavîvê û li baregehên amerîkî dikevin, ev yek lawazbûna sîstema van a leşkerî diyar dike. Her çendî di vî şerî de gelek serok û serkêşên  hikûmet û artêşa Îranê hatibin kuştin jî, ji bo rejîmeke olî û zordar dîtina kesên nû ne zehmet e. 

Bi kinayî, di şerê navbera Îran û Amerîka, Îsraîlê de, hilweşandina rejîma Îranê ya bi rêya lêdanên hewayî wê di demeke kin de çareseriyeke ew dixwazin bi xwe re neyne û rewşa gelemperî dijwartir bike. Divê Amerîka û Îsraîl li rêyên destekdana mixalefeta Îranê bigerin û hewil bidin rejîmê bi serhildanên hundirîn têk bibin. Lê Amerîka û Îsraîl wê vê yekê çawa bikin, ez bawer nakim ku ew jî pê dizanibin, ji ber ku ne Trump, ne jî Netenyahû bi pratîka xwe bawerî nedaye gelên herêmê, dîsa mirov dikare li mînaka herî dawî ya li Kurdistanê binihêre. Di sala 1975an de jî û di sala 2026an de jî kurd bi tenê di destê dijminên wan de hatin hiştin.

Tevî van rastiyan çi mixalefeta Îranê, çi kurd divê ji bo xwe vî şerê di navbera dewletan de bikin pêlikeke hilkişîna ser rêya azadî û serxwebûnê. Bêguman divê ew bi çavkorî tevnegerin û xwe nekin cangoriyên dewletên emperyal û ji bo wan şer nekin, tenê ji bo azadiya xwe şer bikin û vî şerî bi zanistî û bi saxlemî bikin, ku gelê xwe nekin armanca dewleta faşîst a olî ya kevneperest û xwînxwar. 

Di serhildana berî vî şerî de, em dizanin ku vê hikûmeta xwînxwar di nav du rojan de bi hezaran kesên serhildêr kuştin û bi hezaran jî avêtin zindanan ku hîn jî çi bi serê wan de hatiye ne diyar e. Rejîma li hember me, rejîmeke bêrehm, bêwijdan, xwînxwar, despot û zalim e; ji bo li ser şiyandariyê bimîne rejîma Îranê dikare di rojekê de bi hezaran mirov bikuje. Ji bo wê bi taybetî kurd û mixalefeta rejîmê divê bi saxlemî, bi rêxistinî û bi hêzdarî tevbigerin û her dem amade bin, gava rejîm were ber sikratê, pehîna mirinê lê bidin. 

Dibe ku bi dirêjkirina lêdanên hewayî rejîma Îranê lawaz bikeve, lê li ser lingan bimîne û neguhere, wê demê rola kurdan û mixalefetê lêxistina derbeya mirinê ye, ku bi çi awayî dibe bila bibe, di serî de kurd û gelên din ên Îranê divê xwe ji vê rejîma xwînxwar û zilimkar xelas bikin. Divê gelên îranî bizanibin ku ti têkiliya vê rejîma xwînxwar bi ol, xwedê, pêxember, dîn û îmanê re tune ye, ew tenê van têgihan ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin, yek tenê ji serkêşên rejîmê bi van têgihan bawer nake, lê ji bo gel di bin desthilatiya xwe de bigirin, van wek çek bi kar tînin. Divê êdî gel hişyar be, dev ji rejîma olî berde, piştgiriya wê neke û ji bo Îraneke demokratîk, azad a mafê hemû gelan û mirovan li ber çavan digire û taybetî hurmetê li mafê azadiya kurdan re digire têkoşînekê bide, lê vê têkoşînê ji bo azadiya xwe bide, ne ji bo berjewendiya Amerîka yan Îsraîlê. Dewletên Amerîka û Îsraîlê ger dixwazin ji dil rejîma Îranê hilweşînin, bila bi hezaran leşkerên xwe biherikînin Îranê û şerê xwe bi xwe bikin û wê demê dibe ku kurd û mixalefeta Îranê jî ji aliyê xwe ve lê bidin, lê wekî din divê tecrûbeya li Sûriye, Kurdistan û hin welatên din dîsa nejîn.

Rejîma Îranê wê rojekê hilweşe; ti zilm û zordarî heta qiyametê li serî nemaye, ji desthilatdariya Romayê bihêztir dewlet tune bû, ew jî hilweşiya. Împaratoriyên Almanya û Osmanî hilweşiyan, rejîma Îranê jî wê hilweşe, gel wê bigihîjin azadiya xwe, lê heta ji dest gelan tê divê xwe nekin hedefa dewletên xwînxwar ku destkeftî bi xwînrijandineke herî kêm pêk were, ne bi ya herî zêde.