Îranê artêşên Avrupayê wekî terorîst îlan kir
Serokê Parlamanetoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf li dijî biryara Yekîtiya Avrupa ku Artêşa Mihafizên Şoreşê wekî ‘rêxistina terorîst’ daxuyandibû, ragihand ku ew jî artêşên welatên Avrupî wek ‘rêxistinên terorîst’ radigihînin.

Gengaşiya di navbera Îran û welatên Avrupî de zêde dibe. Serokê Parlamanetoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf li dijî biryara Yekitiya Ewropa ku Supayê Pasdarên Îranê wek ‘rêxistina terorîst’ binav kiribû, li parlamentoyê axaftinek kir û got: “Em artêşên Ewropayê li gor yasayên Îranê wek rêxistinên terorîst dihesibînin. Ev helwest li gor bingehê madeya hefteme ku beriya niha ji aliyê parlamentoya Îranê ve hatiye derxistin.”
Mihemed Baqir Qalibaf da diyarkirin ku ev pêngava Ewropayê ji encama aloziyên ewlehî û siyasî ye û got: “Tehran wê di çarçoveya yasayên xwe yên sazûmankirî nêzî her bertekekî bibe daku berjewendî û serweriya xwe biparêze.”


