Îsraîl li dijî Lubnanê operasyona bejahî da destpêkirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî Lubnanê dest bi operasyona bejahî kirine.
•
1 deqe xwendin

Îsraîlê ragihand ku li dijî Lubnanê dest bi operasyona bejahî kiriye. Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF), di daxuyaniya xwe de got ku armanca operasyonê w e ku qada parastinê ya pêş a li bakurê Îsraîlê xurt bikin û li dijî mewziyên Hîzbullahê yên li başûrê Lubnanê operasyoneke bejajî ya bisînor li dar bixin.


