Îsraîlê dagirkeriya xwe ya li başûrê Libnanê berfirehtir kir

Îsraîlê dagirkeriya xwe ya li başûrê Libnanê berfireh dike. IDFê herêmên nû wekî qada operasyona bejahî ragihandin û yekîneyên leşkerî veguhastin vê herêmê.

1 deqe xwendin
Îsraîlê dagirkeriya xwe ya li başûrê Libnanê berfirehtir kir

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihandin ku li başûrê Libnanê operasyona bejahî berfireh dikin û hêzên Tûmena 36an jî tev li pêvajoya operasyona bejahî kirine. Di daxuyaniyê de hate daxuyandin ku dixwazin qada pêşî ya parastinê berfihe bikin û gefên li dijî Îsraîlê ji holê rakin.

Banga valakirina herêmê hate kirin

Di daxuyaniyê de IDFê sînorên nû yên operasyonê ragihandin ku yekem car ji çemê Lîtanî derbas bû û wekî sînorê nû çemê Zahranî destnîşan kir. Du daxuyaniyê de bang li welatiyên Libnanê hate kirin ku di zûtirîn demê de deverên nû yên operasyonê vala bikin û hew derbasî başûrê çemê Zahranî bibin.

Îsraîl li dû kontrola cografîk e

Di heman demê de, IDFê ragihand ku hêzên Tûmena 36an jî beşdarî operasyona bejahî ya li başûrê Libnanê bûne. IDF diyar kir ku hêzên wan hewil didin ku qada parastinê bi hêz bikin û ji bo niştecihên bakurê Îsraîlê asta ewlehiyê bilind bikin.

Berî operasyonê bombebaran

Îsraîl berî cihên nû di bejahî de dagir bike, herêmê bi giranî bombebaran dike. Di daxuyaniya IDFê de jî hate ragihandin ku şevê din li herêmê wekî qada operasyona bejahî hatine diyarkirin bi giranî hatine bombebaran kirin û darbeyên giran li Hizbûlahê hatine xistin.