Îsraîlê stendina çekan a ji Fransayê rawestand
Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê her ku diçe bandoreke neyînî li ser têkiliyên Îsraîl û welatên Ewropayê dike. Wezareta Parastinê ya Îsraîlê aşkera kir ku wan hemû hewldanên peydakirin pêdiviyên çek û teknîka parastinê yên li Fransayê dane rawestandin.

Rêveberê Giştî yê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê Amîr Baram diyar kir ku wan biryar daye ku hemû peymanên bi Fransayê re betal bikin û li şûna wê xwe bispêrin amûrên xwemalî yên Îsraîlê û welatên dost ên Îsraîlê.
Îsraîlê diyar kir ku Fransayê di pêşengehên parastinê de hin beşên pavilynonên wan ên pêşangehê qedexe kirine û da zanîn ku Fransayê piştgirî daye biryarnameyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku banga ambargoya çekan li dijî Îsraîlê dike.
Dema şerê 12-rojî yê bi Îranê re di meha Hezîranê de, Îsraîlê hikûmeta Fransayê tawanbar kiribû ku ji bo beşên diyarkirî yên pavilyonan Fransayê Îsraîlê di Pêşangeha Hewayî ya Parîsê de asteng kiriye. Wê demê, Baram ev pêngav wekî helwesteke antî-semîtîk bi nav kir û Fransa tawanbar kiribû.
Balkêşe ku navbera welatê Ewrupayê û Amerîkayê ji ber polîtîkaya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya Ewropayê her ku diçe xira dibe. Herî dawî Îspanya û Îtalyayê destûr nedan ku balafirên Îsraîlê yên şer ji bo şerê li dijî Îranê dakevin balafirgehên li welatên wan. Ev helwest bandorê li ser siyaseta Îsraîlê jî dike.


