Jean-Noel Barrot û Mesûd Barzanî civiyan
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Pîrmamê li gel Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesud Barzanî civiya

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di 5ê Sibata 2026an de serdana Şamê kir û hevdîtin pêk anî. Wezîr Barrot duh êvarê jî gihîşt Hewlêrê. Jean-Noel Barrot duh piştî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî û Heyeta Rojava re civiya, îro jî bi Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî re li ofîsa wî taybet a li Pîrmamê civiya.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Pîrmamê li gel Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesud Barzanî civiya û paşê derbasî cihê civînê bûn.
Hate zanîn ku di civîna Jean-Noel Barrot û Mesûd Barzanî de li ser geşedanên herêmê axaftin û gotûbêj hatine kirin.


