Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têbikoşin

Bi munasebeta salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Baxçeyê Azadî’ hat avakirin û dar hatin danîn. Seyfettîn Gunbay ê piştî 30 salên girtî, hatiye berdan di çalakiyê de axivî û got: “Em ê têkoşîna xwe bilind bikin da ku sala bê Rêber Apo di nava me de be.”

1 deqe xwendin
Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têbikoşin

Bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan çalakiyên cihereng tên lidarxistin. Di pêşengtiya Platfoma Saziyên Demokratîk li gundê Mîrokizir yê Amedê li ‘Baxçeyê Azadiyê’ dar hatin danîn. Hevserok û rêveberên DEM Partiyê û DBPê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek welatî tev çalakiyê bûn. Di çarçoveye çalakiyê de navê gund hat guhertin û navê nû yê gund bû 4ê Nîsanê.

78 darên çinar û çamê

Li gund “Baxçeyê Azadiyê” hat avakirin bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 78 darên Çamê û 78 jî darên Çinarê hatin danîn. Di dema çandina daran de stran hatin gotin û dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Piştî çandina daran pasteya hatiye amadekirin hat birîn. Di çalakiyê de hat gotin ku dê navê gund were guhirandin û ji bo navê gund bibe “4ê Nîsanê” dê ji deverên têkildar re serlêdan were kirin.

‘Rojbûna Serok Apo rojbûna gelê kurd e’

Hevseroka DBP Rûçem Elyakut di çalakiyê de axivî û wiha got: “Rojbûna Serok Apo rojbûna gelê kurd e, rojbuna jinên kurd e. Em ji bo xwezaya xwe û Serokê Gelê Kurd li virin.

‘Bêyî Serok ne av av e ne jiyan jiyan e’

Seyfetîn Gûnbey ê piştî 30 sal girtî maye hatiye berdan di çalakiyê de axivî, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana pîroz kir û got: “Ev rojbûn ne ya kesekê ye ya gelekê ye. Di kesayeta Rêber Apo de em rojbûna gelekê pîroz dikin. Di diroka Kurdistanê de me nû çavê xwe vekir. Ev 52 sal e ev têkoşîn bê navber didome. Tişta me xemgîn dike ew e ku îro Serok Apo ne di nav me de ye. Tevahî gelê me dixwaze di rojbûna xwe ya bê de Rêber Apo di nava me de be. Heta Serok ne di nava me de be, ne av ji bo me av e ne jî jiyan ji bo me jiyan e. Ji bo wê em ê têkoşîna xwe bilind bikin da ku Serok Apo sala bê di nava me de be. Em rojbûna Serok Apo pîroz dikin.”