Ji bo Rojava li Marsilyayê mîtîng li dar xistin
Nûnerên saziyên demokratîk li Marsîlyayê li dijî êrîşên li ser Rojava bi dirûşmeya “Li Rojava xwedî derkeve” mitîngek li dar xist.

Gelê kurd û nûnerên saziyên demokratîk li Marsilya yê Fransayê, li dijî êrîşên li ser Rojava li Qada Canabiere mîtîng li dar xistin. Mîtîng bi dirûşmeya “Li Rojava xwedî derkeve”, pêk hat. Girseyê ji bo têkoşerên azadiyê deqîqeyek rêzgirtinê girtin. Girseyê li qada mitîngê de gelek caran dirûşmeyên, “Rojava ne bi tenê ye” û “Bijî berxwedana Rojava” berzkirin û pankartên “Defend Rojava” û “Li Rojava xwedî derkeve” hilgirtin.
Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Marsilyayê Erhan Karayazi axivî û bal kişand ser hêzên li pişt êrîşên li ser Rojava. Erhan Karayazi diyar kir ku di rûyê xuya ya êrîşan de avaniyên çete yên wekî HTŞ û DAÎŞ’ê cih digrin û got gelê Kurd hêzên li pişt van avaniyan baş dizanin. Karayazi bilêv kir ku dixwazin li Rojava planên komkujî û qirkirinê li ser van çeteyan bixin dewrê û destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi hemû derfetên xwe li gel Rojava bisekinin.
Mitîng bi banga tevlîbûna bîranîna ku wê di 8ê Sibata 2026an de li Marsîlyayê ji bo şehîdên Helebê werin lidarxistin, bi dawî bû.


