Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

Li Cizîrê bi tevlibûna parlementerên DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, Mehmet Zekî Îrmez, Ferît Şenyaşar, rêxistinên siyasî saziyên civaka sivîl, endamên TJAyê û endamên komeleyên ziman ên Cûdî-Der û...

1 deqe xwendin
Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî meşiyan

Li Cizîrê bi tevlibûna parlementerên DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, Mehmet Zekî Îrmez, Ferît Şenyaşar, rêxistinên siyasî saziyên civaka sivîl, endamên TJAyê û endamên komeleyên ziman ên Cûdî-Der û Birca û gelek welatiyan ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî meş hat lidarxistin û daxuyanî hat xwendin.

Girseya ku li ber Komeleya Birca Belek kom bûyî bi pankarta, ‘Em perwerdehiya bi kurdî dixwazin’ meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên, ‘Bê ziman jiyan nabe’ û ‘Zimanê me rûmeta me ye’ heya kolana hunerê meşiyan.

Li kolana hunerê Rêveberê Komeleya Birca Belek Rojger Nûh Ant daxuyanî xwend û got; “Çawa ku ji bo hemû gelan perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî yê neteweyî ye, ji bo gelê kurd jî ev maf mafekî xwezayî yê neteweyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e.”

Ant diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rabin û axaftina wiha berdewam kir; “8ê îlonê li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tunekirinê ye. Em naxwazin em êdî li dibistanan nasnameya xwe ji dest bidin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin.”

Ant herî dawî bang kir ku ji bo zimanê Kurdî têkoşîn were bilindkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Weke gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi kurdî û misogerkirina statuya kurdî bi dengekî berz bînin ziman.”

Piştî daxuyaniyê parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin axivî û got ku divê demildest zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.