Ji Erdogan daxuyaniya li ser pêvajoyê
Serokkomarê AKPî Recep Tayyîp Erdogan di dema vegera ji Azerbaycanê de di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Serokkomarê AKPî Recep Tayyîp Erdogan di dema vegera ji Azerbaycanê de di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan got, ew ê di hefteya pêşiya me de bi endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re hevdîtinê bike. Erdogan destnîşan kir ku Wekîlê Serokatiya Giştî Efkan Ala û serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî wê beşdarî hevdîtinê bibin.
Erdogan diyar kir ku eger biryara çek danînê ya PKKê pêk were, wê pêvajo bilez bibe û got: “Saziyên me yên eleqeder bi hesasiyet her gavê û her hemleyê dişopînin û gavên pêwîst diavêjin. Em nikarin vê pêvajoyê di rewşa xwe de bihêlin û em destûrê jî nadin provokasyonan. Em bi hesasiyet dixebitin, bi gavên bawer ber bi pêş ve diçin.”


