Ji partiyên Kurd banga diyalogê û helwesteke yekgirtî

Komek partiyên Kurd nerazîbûn nîşanî encamên hilbijartinên “Meclisa Gel” ên li parêzgeha Hesekê û Kobanê pêk hatîn, dan. Partiyan destnîşan kir ku tevlêbûna hin hêzan a li vê pêvajoyê, dubendî û parçebûna di nava civaka Kurd de kûrtir kiriye û banga helwesteke yekgirtî kirin.

1 deqe xwendin
Ji partiyên Kurd banga diyalogê û helwesteke yekgirtî

Sîwana Partiyên Hevdîtina Şêwirdariyê ku ji 7 partiyên siyasî yên Kurd pêk tê, têkildarî encamên hilbijartinên “Meclisa Gel” ên Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar weşand. Partiyan, tayînkirina kesên ku ne şêniyên resen ên herêmê ne, wekî êrişeke li dijî vîna Kurdan û berdewamiya polîtîkaya guhertina demografîk nirxandin.

‘Demografiya Kurdan hate paşguhkirin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hilbijartinên vê dawiyê yên li parêzgeha Hesekê û herêma Kobanê û yên beriya niha li Efrînê pêk hatibûn, ji hemû pîvanên demokratîk dûr in. Daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di dabeşkirina kursiyan de, rêjeya nifûsa Kurdan a li Sûriyeyê û pêkhateya demografîk a parêzgeha Hesekê bi temamî hate paşguhkirin. Ji ber ku ev yek bi awayekî bijartî û alîgir hate kirin, hesta bêhêvîbûnê ya di nava Kurdan de kûrtir kiriye.”

‘Tevlêbûna bêşêwir dubendiyê kûr dike’

Di daxuyaniyê de hêzên li ser navê Kurdan tevlî pêvajoya hilbijartinê bûne û ev rexne hate kirin: “Beşdarbûna hin hêzên siyasî ya di vê pêvajoyê de, parçebûn û dubendiya di nava civaka Kurd de ya ku hêviyên mezin bi encamên Konferansa 26ê Nîsana 2025an ve girêdabûn, zêdetir kiriye. Tevlêbûna hin kesan a di pêvajoya hilbijartinê de ya bêyî şêwirmendiya partiyên Kurd, bûye sedema mezinbûna dubendiyê.”

‘Tayînkirina Erebên hawirde berdewamiya nijadperestiyê ye’

Yek ji xalên herî girîng ên daxuyaniyê, berteka li dijî nûnertiya Serêkaniyê bû. Partiyan destnîşan kir ku tayînkirina kesekî ji gundên ‘Mexamîr’ ku ji Erebên hawirde yên ku rejîma Baasê di çarçoveya projeya Kembera Erebî de anîne herêmê wekî bêrêzî û dijminiya li dijî îradeya gelê Kurd hate pênasekirin. Di daxuyaniyê de ev nirxandin hate kirin: “Ev kes ne şêniyê resen ê bajêr e. Ev tayînkirin, wekî berdewamiya polîtîkayên nijadperest û hewldanên guhertina demografîk ên li herêmên Kurdan tê dîtin.”

Banga diyalog û yekîtiyê

Di dawiya daxuyaniyê de, Partiyên Hevdîtina Şêwirdariyê banga xurtkirina diyaloga navxweyî ya Kurdan kir û xwest ku dûrî destwerdanên derve û berjewendiyên teng ên partiyayetiyê, helwesteke siyasî ya yekgirtî bê avakirin.

Partiyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El Partî)

Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Tevgera Azadiya Kurdistanê li Sûriyeyê

Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê