Ji Rewandizê heta Strasbourg gel ji bo Rojava li qadê ye

Kurdistanî û dostên kurdan li ruxmê sir û zermaya zêde, li çar aliyê Kurdistanê û welatên Ewropayê her roj ji bo piştgiriya Rojava çalakiyan li dar dixe. Îro jî Rewendizê heta Strasbuour û Stuttgartê gel daketin qadan û piştgirî dan gelê Rojva.

1 deqe xwendin
Ji Rewandizê heta Strasbourg gel ji bo Rojava li qadê ye

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, çalakiyên bêdem ên ku li dijî êrîşên çeteyan û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk hatibûn destpêkirin, îro jî berdewam kirin. Çalakgeran li standa agahdarkirinê ya ku li Place de la Gare hatibû vegirtin, rasterast bi gel re têkilî danîn û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li hemberî dorpêç û wêranîya li Rojava berpirsyariyê bigirin ser xwe.

Xebata standê ya ku saet di 14.00an de dest pê kir û heta 17.00an berdewam kir, rastî eleqeyeke mezin hat. Di broşurên hatin belavkirin de hat destnîşankirin ku bajarên Rojava û bi taybetî Kobanê, ji aliyê çeteyên HTŞ-DAIŞê ve bi sîstematîk tên hedefgirtin. Hat gotin ku gihîştina bi sed hezaran sivîlan a ji bo av, elektrîk, xwarin û dermanan tê astengkirin; ev ne neçariyeke leşkerî ye, lê polîtîkayeke dorpêçkirinê ya bi zanebûn e ku ji bo teslîm girtina gel tê meşandin.

Çalakgeran destnîşan kir ku ya li Rojava tê parastin ne tenê erdnîgariyek e; modeleke civakî ya li ser bingeha azadiya jinê, wekheviya gelan û têgihiştineke jiyana demokratîk e.

Stuttgart

Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê jî çalakiyên agahdarkirinê û mîtîngan ên bi sernavê “Heke ne îro be, em ê kengî Rojava biparêzin?” hatibûn destpêkirin, îro jî berdewam kirin.

Berpirsyariya organîzasyona îro ji aliyê komên sosyalîst ên Elman ve hate girtin. Hate diyarkirin ku ji bo piştgiriya çalakgerên li qadê, çay û qehwe hatin belav kirin. Komên piştgiriyê yên ku ji bo Rojava hatine cem hev, diyar kirin ku ew her roj bi rêkûpêk bi stand û mîtîngan çalakiyên xwe didomînin.

Her wiha hate ragihandin ku îro saet di 18.00an de bi pêşengiya tevgera jinan wê meşek were li dar xistin. Çalakgeran banga mezinkirina piştgiriya ji bo Rojava bi yek dengî dubare kirin.

Rewandiz

Xelkê navçeya Rewandizê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bi armanca şermezarkirina êrişên çeteyan yên li ser Rojavayê Kurdistanê, bêdengiya navnetewî û her wisa ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê îro daket qadan. Di meşa girseyî ya xelkê Rewandizê de dirûşmeyên netewî û piştgiriya ji Rojava re hatin berzkirin.

Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin ku sînorên çêkirî nikarin rê li ber yekîtiya gelê Kurd bigirin û xwestin ku şer bi dawî bibe û destkeftiyên sîstema Rêveberiya Xweser li Rojava werin parastin.

Çalakvanê navçeyê Rehman Sedir girîngiya helwesta yekdeng ya gelê Kurd û dostên wê bi van gotinan rave kir; “Ev mîtîng, xwepêşandan û çalakiyên girseyê dê lobiyek bihêz bafirînin da ku civaka navnetewî fêm bike û bizanin ku tu Kurd li beramberî êşa parçeyek ji Kurdistanê bêdeng namîne. Ji ber ku êş û keyfxweşiya Kurdan yeke.”