Jin piştgiriyê didin şervanên HSDê

Jinên ji bajarê Dirbêsiyê piştgiriyê didin şervanên HSDê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

1 deqe xwendin
Jin piştgiriyê didin şervanên HSDê

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi hemû beşên civakê bersiva seferberiya giştî da. Her beşek bi şêwazeke cuda piştgiriya berxwedana Rojava û şervanên li eniyên şer dike. Yek ji mînaka piştgiriya berxwedanê li Komîna Şehîd Dewran a bajarê Dirbêsiyê ye. Jinên ji taxê rojane ji bo şervanan xwarinê amade dikin, li şervanên li eniyên parastinê belav dikin. Jinan diyar kir ku piştgiriya şervanan erkekî niştimanî û exlaqî ye dikeve ser milên hemû beşên civakê.