Juvenoia

“Her nifş xwe ji ya berê zîrektir û ji yê

1 deqe xwendin
Juvenoia

“Her nifş xwe ji ya berê zîrektir û ji yê

bê ‘alimtir dibîne.” George Orwell

1.Bogota

Nifş: Neferên nifşekê, kesên ji heman kom û girseyê ne ku di heman demê de dijîn û derd û xem û kulên wan kêm zêde eynî ne. Yanî hemû jî bi awayekî berhemên heman dem û derê ne. Mîsal nifşa Rewşenê, nifşa Beatê, nifşa mîlenyûmê.

Nifş (jenerasyon), wek peyvek bi wateya xwe ya îroyîn xwedî dîrokçeyeke ne zêde dûrî zemanê me ye. Beriya sedsala 19’emîn gava ku behsa jenerasyonê dibû piranî têkiliyên malbatî dihate bîra mirovan (familial generation). Yanî qewşek însan ji heman jenerasyonê bûna, dihat wê maneyê ku ji heman malbatê ne jî.

Di 1863’an de ferhengzanê (leksîkograf) fransî Emile Littré, cara ewil ev peyv, bi wateya ku em îro debara xwe ya rexnegiriyê pê dikin bi kar tîne û dibêje “her kesê/a ku di heman demê de di civakekê de dijîn ji nifşekê ne.” Bi vî hawî peyva nifşê êdî ne bi tenêwateya lêbarkirî lê bi wateya lêçêkirî jî tê naskirin û naverokeke civakî jî dihundirîne (social generation). Lêbelê serencama manelêbarkirinê li vir naqede. Danerê pozîtîvîzmê Auguste Comte dibêje, “Guherîna civakî bi dijberiya navbera nifşên li pey hev çêdibe.” Dûre Karl Mannheim bi teoriya xwe ya nifşê dibêje ku nifşek ancax bi bûyerên dîrokî ku rê li ber ciwanan vedike ku ji nifşên berê cudatir li dinê binêrin, çêdibe. Norman Ryder jî di 1965’an de diyar dike ku nifşên nû di heman demê de him ji bo îstîqrarê gef in him jî ji bo guherîna civakê derfetek in. Gava ku sal dibe 2007 Amanda Grenier bi awayekî cuda li ser heman mijarê hûr dibe û bersiva pirsa “çima di navbera nifşan de pozberî û tansiyonek heye?” wiha dide: “Çimkî nifşên nû piştî demekê ji xwe re model û jargona axaftinekê, yanî zimanekî cuda hildibijêrin û şasfahmkirina zimanî qederek paşê dibe şaşfahmkirina nifşî. Ev jî bivê nevê di dijberiya navbera nifşan de timî zindî digire. Nifşa berê ya nû xirab dibîne û xweziya