Karamus: Xetereyên li ser Rojava didomin

Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku xetereyên li ser Rojava didomin û ji bo parastina destkeftiyên Rojava divê çalakî bidomin.

1 deqe xwendin
Karamus: Xetereyên li ser Rojava didomin

Hevserokê Kongreya Netewî a Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs li ser geşedanên li Sûriyeyê nirxandin kir û diyar kir ku pêwîste destkeftiyên li Rojava werin parastin. Ahmet Karamûs di despêka axaftina xwe de got: "Rexmê ku li gel Şamê rêkeftinek hatiye çêkirin jî, lê hîna gelek xeter û metirsî hene. Gefên li ser Rojava berdewam dikin. Êrîşên van kom û hêzan jî, li ser Rojava didome. Bi vê boneyê şandeyekî KNK'ê niha li Rojavayê Kurdistanê ye. Armanc û mebesta şandeyê ewe ku piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê bidin diyarkirin. Em bi gelê xwe û destkeftiyên wê re ne. Em dixwazin rewşa gel, daxwazên gel û çi hêvî dikin, pêwistiya wan bi çi cureyê alikariyê heye, ji raya giştî re aşkerekirin."

 Hevserokê KNK Ahmet Karamûs xwest tevdîrên ewlekariyê û piştgiriyê, ji bo raya Kurdistanê diyar bikin û got: Bangawaziya me li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat jî ew e ku çalakî û xwepêşandanan dewam bikin. Ji bo em bikarin destkeftiyên gelê Rojava, destkeftiyên gelê Kurd misoger bikin, roja 1'ê Sibatê bi biryarên Kongreya Netewî ya Kurdistaniyan û bi biryara hemû partiyên Kurdistanê roja piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Divê her Kurdek roja 1'Sibatê beşdarî van çalakiyan bibe. Ji ber ku wê bi milyonan Kurd ji bo Rojava û ji bo destkeftiyên li Rojava piştgiriya xwe carek din diyar bike."