Karasû: Sozên hatin dayîn hîn pêk nehatine

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû di serî de pêngava Aştî û Civaka Demokratîk, bûyerên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji Medya Haber TV re nirxand.

1 deqe xwendin
Karasû: Sozên hatin dayîn hîn pêk nehatine

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû di serî de pêngava Aştî û Civaka Demokratîk, bûyerên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji Medya Haber TV re nirxand. Hevpeyvîna bi Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:

Salvegera çalakiya Zeynep Kinaci ya li Dersimê ye. Eger em ji îro ve li mijarê binihêrin, wate û encama çalakiyê çi ye?

Şehîd Zîlan, şehîd Gulan, şehîd Sema û şehîd Helmet ên di vê mehê de şehîd ketin bi hurmet û minet bi bîr tînim. Şêx Seîd û hevalên wî jî yên di vê mehê de şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha hevalê Fûat ê ku salvegera şehadeta wî ye bi minet û hurmet bi bîr tînim. Wateya hevalê Fûat ji bo me bi rastî jî mezin e. Hevalê Fûat hevalê destpêkê yê Apoyî yê Rêber Apo ye. Hevalê ku tevlî civîna li Bendava Çûbûkê bû bû. Ji wê rojê heta kêliya şehîd bikeve, Rêber Apo, xeta wî, têkoşîna wî şopand, hewlda xeta Rêber Apo bi rengê herî baş bixe pratîkê, ji bo vê kete nava hewldana herî mezin. Hevrêyekî, hevalekî me yê bi vî rengî bû. Cihê hevalê Fûat ê di nava vê têkoşînê de gelekî zêde ye, keda wî gelekî zêde ye, tevkariyên wî gelekî zêde ne. Dixwazim vê yekê destnîşan bikim. Tevgera me ji destpêkê ve tevgereke îdeolojîk bû, tevgereke fikrî bû, bû tevgereke felsefî. Destpêkê li vê qadê têkoşîna bi bandor a azadiyê meşand. Eger PKKê zêdeyî 50 salan têkoşîna serketî meşandibe, sedema vê nêzîkatiya îdeolojîk a Rêber Apo, nêzîkatiya wî ya felsefî bû. Ev tevger her tim ji aliyê îdeolojîk, felsefî û teorî xwedî kir, xeta wê ya îdeolojîk û teorîk rast destnîşan kir têkoşîn gihîşt vê astê. Di vê de jî piştevanê wî yê herî mezin hevalê Fûat bû. Hevalê Fûat bi rastî jî ji me hemûyan bêhtir Rêber Apo fêhm dikir, ji bo xeta Rêber Apo di nava partiyê de şênber bibe dixebitî, ji bo fikir, teorî û îdeolojiya Rêber Apo ji aliyê gel û kadroyan ve bê fêhmkirin kedeke mezin da. Timî dinivîsand, diaxivî, bi vî rengî jî kedeke mezin da. Hevalekî me bû ku timî hildiberand. Di rêveçûna têkoşîna me ya li ser xeta Rêbertî de karê hevalê Fûat ê îdeolojîk û perwerdeyê xwedî pareke gelekî girîng e. Di perwerdekirina ciwanan, şervanan de bi rastî jî kedeke mezin da. Di civînên girîng ên rêxistinê de bi nirxandinên xwe xeta Rêber Apo, di konferans, kongreyên me de diyar kir. Di civînên me yên rêveberiyê de jî di mijara meşandina xeta Rêbertî de, di mijara fêhmkirin û bicihanîna rast a xeta Rêbertî de bi rastî jî keda xwe gelekî zêde ye. Divê mirov bi vî rengî hevalê Fûat zanibin. Ji xwe Rêber Apo ji bo hevalê Fûat digot, 'Min ji min bêhtir fêhm dikir'. Ev gelekî girîng e, vê yekê Rêber Apo bi xwe dibêje. Bi rastî jî kûrbûneke xwe ya bi vî rengî hebû. Kûrbûna wî ya li ser Rêbertî gelekî zêde bû. Ji xwe bi dehan, bi sedan carî dersa rastiya Rêbertî da. Ji bo Rêbertî bi rengê herî baş bê fêhmkirin kete nava hewldanan. Ji ber ku ev yek her tim dîtiye; heta ku Rêbertî baş neyê fêhmkirin ev têkoşîn nikare rast bê meşandin, nikare bi bandor bê meşandin. Ev yek kir, di vê mijarê de gelekî hewl da. Sedema bingehîn ku Rêber Apo got, 'Min jimin bêhtir fêhm dike' ew e ku hevalê Fûat entelektuelek bû, rewşenbîrek bû. Gelekî wêje, roman dixwend, felsefe dixwend, sosyolojî, dîrok dixwend. Bi vî rengî gelekî zêde dixwend. Felsefevanên ku cîhana fikrî ya Rojhilata Navîn afirandin, teolog û oldar jî dixwend. Ez bi xwe şahid im, Elî Şerîatî gelek caran xwend, Sureverdî xwend. Ebûzer xwend, nîşan da ku Ebûzer ew aliyê civakî û komunal ê Îslamiyetê çawa xwend û da xwendin. Hz. Mûhammed fikrê destpêkê yê Îslamiyetê danî holê, lê belê dibe ku yê bi rengê herî rast xist pratîkê Ebûzer bû, bi sekna xwe, bi jiyana xwe, bi kesayetiya xwe. Mijarên bi vî rengî ji bo hevalê Fûat girîng bûn. Hevalê Fûat weke oryantalîstan, modernîstan li Rojhilata Navîn nedinihêrî. Hewl dida Rojhilata Navîn ji Rojhilata Navîn fêhm bike, bi analîzkirina dîroka Rojhilata Navîn hewl dida fêhm bike. Lewma hevalê Fûat bû ew heval ku herî zêde Rêber Apo fêhm kir. Ji ber vê danheviya xwe. Ji niha û pê ve jî ev fikir û danheviyên hevalê Fûat, dersên wî yên li ser R