Karayilan: Azadiya Rêber Apo, dê bi xwe re baweriyê bîne
Di beşa duyemîn û dawî ya hevpeyvîna Stêrk TVyê de fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Mûrat Karayilan diyar dike ku azadiya gelê kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan ve girêdayî ey û...

Di beşa duyemîn û dawî ya hevpeyvîna Stêrk TVyê de fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Mûrat Karayilan diyar dike ku azadiya gelê kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan ve girêdayî ey û divê Ocalan li Îmraliyê nemîne, divê bikaribe biçe her derê. Karayilan destnîşan dike ku ger mîmarê vê serdemê di zindanê de be, aştiya civakî pêk nayê. Karayilan, her wiha dibêje cihê çareseriyê meclîs e, divê nêrînên wan jî bêne girtin. Karayilan, diyar dike ku ger dewleta tirk jî stratejîk nêz bibe, ev pêvajoya dîrokî wê bi ser bikeve û dibêje ji bo wan têkoşîna çekdarî taktîk, siyaseta demokratîk jî stratejîk e.
Hevpeyvîna Stêrk TVyê de fermandarê HPGê Mûrat Karayilan re bi vî rengî ye:
Têkildarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk gelek nîqaş têne kirin. Merasîma çekşewitandinê ya 11ê Tîrmehê li seranserê cîhanê gelekî deng veda. Hûn têkildarî bûyer û qonaxa heyî ya pêvajoyê çi dibêjin? Gelo wê ev merasîmên çekşewitandinê dewam bike?
Roja 11ê Tîrmehê, gava bi pêşengiya hevalên Besê Hozat û Behzat Çarçel ya bi tevlîbûna 30 hevalan hate avêtin gaveke girîng, dîrokî û watedar bû. Hevalên tevlî vê pêngavê bûne hemûyan pîroz dikim. Peşengî ji serdemekê re kirin. Li gorî pêwîstiyê tevgeriyan; bi sekneke gelekî watedar tiştên hewce kirin. Ji gelek aliyan ve wateyên çekşewitandinan hene. Ji bo me Kurdan jî di gel ku xwe dispêre aliyên mîtolojîk jî bi taybetî qada merasîmê di dîroka me de xwedî cihekî girîng e. Ji ber ku têkildarî van mijaran gelek nirxandin hatin kirin, ez tiştekî gelekî cuda nabêjim.
Eşkere ye ku ev merasîm ji bo tevgera me tê wê wateyê ku stratejiya têkoşîna çekdarî bi fermî û fiêlî bi awayekî teqez bi dawî bûye. Divê rayedarên dewleta Tirk û her kes jî zanibe ku heya niha em ew kes bûn ku me li ser çekan sond dixwar. Me di merasîmên xwe de bi gotina ‘’li ser şeref û çeka xwe’’ sond dixwar. Lê belê me niha çek şewitandine. Ev tê çi wateyê? Ev yek, girêdayî bingeha stratejîk tê wateya guherînekê. Ji bervê yekê jî merasîm gelekî girîng e. Ji ber wê yekê divê wateya merasîmê jî bi kûrahî were fêmkirin. Ev peyameke girîng e. Hem guherîna di stratejiyê de hem jî asta biryardariya dilsoziya ji bo Rêber Apo û xeta wî nîşan dide.
Di vê mijarê de me egerên banga Rêber Apo bi cih anîn. A niha jî dewleta Tirk, egera banga Devlet Bahçelî bi cih neaniye. Em niha li benda vê yekê ne. Çarçoveya banga Devlet Bahçelî ya di Cotmeha 2024’an de tê zanîn. Divê niha di vê çarçoveyê de tevbigerin û Rêber Apo bi awayekî fîzîkî bi temamî azad bibe. Sedem wê yekê ev e ku em hemû bangên Rêber Apo bi awayekî bi biryar û yek bi yek bi cih tînin. Rast e; çawa ku Rêber Apo ji raya giştî re jî parve kir, azadiya xwe ya şexsî zêde naxe rojevê û naxwaze em jî vê yekê bikin rojeva xwe ya sereke. Ji ber vê yek jî diyar dike ku weke felsefîk jî azadiya şexsan girêdayî ya civakê ye û azadiya civakê jî girêdayî ya şexsan e û dixwaze bi vî awayî jî were nirxandin. Erê, Rêber Apo bi vî awayî dibêje û em jî rêzê li vê nêzîkatiyê digirin, lê belê gelê me jî diyar dike ku azadiya civakî girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Her wiha beşeke mezin hevrêyên heyî, beriya her tiştî ji bo azadiya Rêber Apo tevlî nava refên me bûne. Ji ber wê yekê jî erê; dibe ku Rêber Apo hin tiştên ku xwe nake pêşanî diyar bike lê belê gotina me jî heye. Em jî diyar dikin ku azadiya gelê me û hevrêyên me girêdayî azadiya Rêber Apo ye.
Divê Rêber Apo li îmraliyê nemîne, divê bikaribe biçe her derê
Mijareke din a girîng ew e ku weke tê zanîn di navbera aliyan de bêbaweriyek heye. Guman hene. Nabe ku ev yek neyê dîtin. Çawa ku ev yek li cem me heye, em dizanin aliyê din jî bi vî awayî nêzîk dibe. Ji bo jiholêrakirina vê bêbaweriyê û pêşketina baweriya beramber jî divê teqez azadiya Rêber Apo were dabînkirin. Yanî ev mijara azadiyê çawa ku ji bo me tê gelek wateyan di heman demê de tê wateya dabînkirina baweriyê jî. Divê Rêber Apo azad bibe û bes li Îmraliyê jî nemîne, divê biçe her derê. Divê azad be; jê re besqadek neyê diyarkirin. Ger Rêber Apo azad bibe, wê ev yek bi xwe re baweriyekê bîne. Ji bo kê? Ji bo avaniya me ya hevalan ve û helbet ji bo gelê me, dostên me û hemû raya giştî.
Em a niha li ser çapemeniyê dişopînin; roportajên kolanan tên amadekirin; gelê me yê ku li Amedê, Êlihê û li gelek deverên diaxivin, gumanên xwe tînin ziman. Û di vê mijarê de mafdar in. Em bi xwe jî heman tiştî tînin ziman. Ji ber wê yekê jî divê aliyê dewletê vê rastiya civakî li ber çavan bigire û di vê çarçoveyê de nêzîk bibe. Eger bi vî rengî nêzîk bibe, wê demê wê merasîmên çekşewitandinê jî dewam bikin. Lê belê ger bi vî rengî nêzîk nebe û xwe gîro bike, wê ev rewş ji aliyê hevalên me ve neyê qebûlkirin. Di vê mijarê de biryardariyek heye. Weke rêveberî ger me heya niha hevalên xwe qanih kiribe, girêdayî banga Rêber Apo nêzîkatiyek pêş xistibe, ev hemû ew hêvî ne ku wê Rêber Apo di demên pêş de azad bibe. Girêdayî vê yekê xebatên qanihkirinê tên meşandin û em dikarin li gorî ruhê serdemê seknekê nîşan bidin. Divê ev yek were zanîn. Çimkî ger ev yek pêk neyê wê zehmetî rû bidin û bi awayekî xwezayî jî wê dewama wê jî neyê. Ji ber vê yekê jî divê weke mijareke ji rêzê neyê dîtin. Çimkî xala girîng a esas ev e.
Di mijara rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd de bi salan e rêbaza ku herî zêde tê ziman, li meclîsê meşandina nîqaşên têkildarî çareseriyê bûn. Di dawiyê de tam ne xwedî raye jî be, li gel komîsyoneke di bin banê Meclîs de di nava partiyên siyasî de pêvajoyeke nîqaşan destpê kiriye. Gelo hûn têkildarî komîsyona hatiye avakirin, çi difikirin?
Beriya her tiştî her çend dereng hatibe avakirin jî avakirina komîsyon pêngaveke munasîb û erênî ye. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Pirsgirêkeke sedsalê ye. Bêguman beriya wê jî ev pirsgirêk hebû lê belê rewşên beriya wê cuda bûn. Lê belê ev yek li gel avabûna komarê, veguherî pirsgirekekê. Çimkî egerên ku hê di destpêkê de hatin gotin, nehatin bicihanîn; înkarek çêbû. Ji ber vê yekê jî bû pirsgirêkeke sedsalê. Helbet divê ev yek were qebûlkirin ku Plana Şark Islahatê bi ser neket. Dixwestin li gel wê planê Tirkiyeyê bikin yek netew, hemû kesan bikin Tirk û bi rengekî nîşan bidin. Lê belê rastî û xwezaya civakan hene; sosyolojiyên çandî yên ji kûrahiya dîrokê tên hene.
Cihê çareseriyê meclîs e, divê nêrînên me jî bêne girtin
Lê belê her çend dereng jî be divê a niha ev pirsgirêk were çareserkirin. Bê guman cihê çareseriyê jî Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ye. Madem hemû nûnerên gel li wir in, li gorî me jî ku me ev yek beriya niha jî dianî ziman, cihê çareseriyê Meclîs e. Meclîs jî dikare bi rêbaza komîsyonê vê yekê bixe rojeva xwe. Ji ber wê yekê weke min anî ziman avakirina komîsyonekê ya li Meclîsê gaveke munasîb e. Em hêvî dikin ku serketî be. Ji ber vê yekê divê ji rêzê neyê nirxandin û bi awayê taktîkî neyê nirxandin. Dîsa divê ne berjewendiyên biçûk ên partiyên siyasî divê berjewendiyên hemû Tirkiyeyê werin esasgirtin. Gelekî girîng e ku ne bihesabên biçûk ên dengstandinê, divê bi hesaba berjewendiyên gelên li Tirkiyeyê nêzîk bibin. Çimkî mijar, mijareke girîng a stratejîk e. Ji bo vê yekê jî nêzîkatiyeke stratejîk hewce ye. Ne çareseriyeke serveyî, çareseriyeke bingehîn û mayînde hewce ye. Ji ber wê yekê hewceyî bi nêzîkatiyên cidî heye. Em hêvî dikin ku komîsyon jî di vê çarçoveyê de nêzîk bibe.
Helbet em aliyekî vê meseleyê ne. Divê nêrînên me jî bêne girtin. Bêguman ez ji vir têkildarî xebatên komîsyonê tiştekî diyar nakim. Aktor û muxatabê me yê sereke Rêber Apo ye. Divê Rêber Apo fikrên tevgera me yên têkildarî çareseriyê parve bike. Ji ber vê yekê de em hêvî dikin ku serî li Rêber Apo bidin. Bi awayê xwezayî jî divê bi vî rengî be. Hewceyî bi vê yekê heye. Her wiha weke min anî ziman di çarçoveya entegrasyona demokratîk û yasayên azadiyê de wê Rêber Apo nêrîna tevgera me parve bike. Me jî bes nûnerek heye; Rêber Apo ye. Ji xwe ji ber ku Muzakerevan e jî divê ew weke muxatab were dîtin. Bi vî awayî Rêber Apo wê nêrînên me parve bike.
Rêber Apo muzakerevanê me yê sereke ye
Lê belê ez dixwazim bes balê bikşînim ser mijarekê. A rastî min di bersiva beriya niha de jî anîbû ziman. Ew jî mijara Rêber Apo ye. Rêber Apo muzakerevanê me yê sereke ye. Vaye Nûman Kûrtûlmûş jî weke siyasî di çarçoveya jinûvepêşxistina têkiliyên Kurd-Tirkan a li ser zemîna siyasî de hin tişt anîn ziman. Di vê mijarê divê li ser wê yekê were sekinîn ku dikare çawa li ser aştiyeke rastîn were sekinîn. Li vir mijara stratejîk çi ye? A niha divê li vir ev yek were dîtin; Em ji tu kesî daxwaza merhametê nakin. Mesele ne ev e.
Li Rojhilata Navîn roja îroyîn guherîn û veguherîn bi awayekî bi lez pêş dikeve. Yanî dîzayna xwe dispêre plana Sykes-Picotê êdî hildiweşe. Ji ber vê yekê jî hêzên sermayeya gerdûnî ya niha dixwazin herêmê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Di vê çarçoveyê de talûkeyên têkildarî Tirkiyeyê hene. Bi esasî dewleta Tirk vê yekê dibîne û dixe rojeva xwe; dibêjin ku ‘pirsgirêka me yamanûnemanê heye.’ Ji bo jiholêrakirina vê talûkeyê pêşiyê xwestin me tasfiye bikin. Ev yek pêk nehat, nekarîn pêk bîne. Dîtin ku talûkeya têkildarî manûnemana Tirkiyeyê bi vî awayî ji holê ranabe û dîtin ku hê jî di rojevê de ye. Girêdayî vê yekê bi qasî ku me fêm kir, Devlet Bahçelî li ser navê dewletê bangek kir. Bêguman Rêber Apo jî ev talûkeya li ser Tirkiyeyê dît û di vê mijarê de înîsiyatîf stend. Rêber Apo weke îradeyekê, bi rastî jî biryareke girîng û tu kesî hêvî nedikir, stand. A niha gelek kes diyar dikin ku daxuyaniya Devlet Bahçelî ya di Cotmeha 2024an de matmayî kiriye û tu kesî tişteke bi vî rengî hêvî nedikir. Yanî tu kesî hêvî nedikir ku kesekî weke Devlet Bahçelî axaftin û bangeke bi vî rengî bike. Lê belê di heman demê de ji aliyê me ve jî banga Rêber Apo jî şokek bû. Dibe ku ji ber ku em fikra Rêber Apo ya guherîn-veguherînê dizanin û li gel rêbazên Rêbertî ne em gelekî nehiyirîn lê belê civaka me ne li benda tiştekî bi vî rengî bû. Bi kurtasî Rêber Apo talûkeya li


