Kati Piri: Pêşnûmeya me ya ji bo Rojava hat qebûlkirin
Serkirdeya Partiya Sosyal Demokrat û Kes a Hollandayê (PvdA-GL) Kati Piri, daxuyand ku pêşnûmeya wan a li Parlamentoya Hollandayê ji bo piştgiriya Rojava hatiye qebûlkirin.

Rexmê Peymana 29ê Çileyê gef û dorpêça HTŞ-DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojava didome. Li dijî êriş û dorpêçan kurd û dostên wan li çar aliyên cîhanê derketin qadan û daxwaza parastina Rojava kirin.
Di vê çarçoveyê de Serkirdeya Partiya Sosyal Demokrat û Keskan a Holendayê (PvdA-GL) Kati Piri ji Rudawê re axivî û bal kişand ser rewşa Kobanê, binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava û Sûriyeyê û anî ziman ku dikarin bi rêya alîkariyên darayî zextê li hikûmeta Sûriyeyê bikin.
Pêşnûme hat qebûlkirin
Kati Piri derbarê mijarê de wiha got: “Bi nêrîna min îro ne tenê ji Rojava, lê hebûna nûnerên civaka Kurd li Parlamentoya Hollandayê pir girîng e. Ew qala bûyerên ku li Rojava rû didin, dikin. Ew behsa binpêkirinên di çend hefteyan de rû dane dikin. Ez dikarim we piştrast bikim ku li parlamentoyê pêşnûmeya min a ji bo piştgiriya Rojava û ji bo piştgiriya parastina hemû gelên li Sûriyeyê hat qebûlkirin ku bê guman hemû kêmenetewe û Kurdan jî dihewîne."
Kati Piri anî ziman ku hefteya bê ew ê carekî din bi Wezîrê Karên Derve re gotûbêjan bikin û wiha domand: “Hefteya borî, pêşnûmeya me hat qebûlkirin ku bi awayekî zelal ji hikûmetê dixwaze ku bi desthilata Sûriyeyê re pêwendiyê deyne û ji bo parastina mafên Kurdan bixebite. Hefteya bê jî em dê bibînin ka wan ji bo wan daxwazan di civînên xwe yên li Bruksel û welatên din de çi kirine. Em ê bibînin ka wezîrê me ew karên ku parlamentoyê ji bo piştgiriya parastina mafên mirovan û azadiyê mafê mirovan, ji wî hatine xwestin bi cî aniye yan na.”
Kati Piri têkildarî rewşa dawî ya Kobaê ev tişt got: “Wekî ku we di çend hefteyên borî de li vê parlamentoyê dît, metirsiyên me yên cidî der barê wan bûyerên ku li Sûriye û Rojava rû didin de hebûn. Ew dîmenên ku ji Kobaniyê digihîjin me, cihê metirsiya mezin in. Em hêvîdar in ku karên me yên li vir bibin sedema başkirina rewşa li wê derê.”
Zexta li ser Sûriyeyê
Kati Piri destnîşan kir ku Yekitiya Ewropayê dikare zextan bisepîne û wiha pê de çû: “Bi nêrîna min, yek ji wan tiştên pêwîst ew e ku tu bibînî derfeta te çi ye. Yek ji wan tiştên ku desthilata me li ser heye, alîkariya darayî ye. Ev yek ji wan rêyan e ku Yekitiya Ewropayê dikare bi kar bîne ji bo zextê li hikûmeta Sûriyeyê bike da ku rêzê li mafên hemû kesên ku li Sûriyeyê dijîn bigire. Ev tişta herî şênber e ku dikare bê kirin."
Kati Piri di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Pêwîst e Xaça Sor a Navneteweyî, çavdêrên mafên mirovan û rojnameger karibin biçin wî welatî û zanyariyan der barê wan bûyerên ku li wê derê rû didin ragihînin. Bi nêrîna min, ev bi heman girîngiya zexta li ser hikûmetê ye, ji bo ku bê piştrastkirin alîkariyên mirovî digihîjin wê derê û ew jî karibin çavdêriya rewşê bikin."


