KCK: Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo statuya Rojava rabin ser piyan
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di salvegera 27emîn a komploya navneteweyî de bang li gelê kurd û gelan kir ku bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" rabin ser piyan.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ya têkildarî salvegera 27emîn a komploya navneteweyî bi vî rengî ye: "Em di sala 28an a komploya navneteweyî de ne ku li dijî Rêber Apo hat kirin. Salvegera 27emîn a dîlgirtina Rêber Apo ye ku di 15ê Sibata 1999an de dîl hat girtin. Em hemû dewlet û hêzên siyasî yên tev li vê komployê bûn bi tundî şermezar dikin û careke din dubare dikin ku heta Rêber Apo azad bibe em ê li dijî komployê têbikoşin. Şehîdên xwe yên Hûn nikarin roja me tarî bikin bi hurmet û minet bi bîr tînin ku pêşengên têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bûn. Ji bo komplo negihêje armanca xwe ew bûn bend, her wiha bûn bingeh û afirînerê têkoşîna me ya heyî. Ji komploya navneteweyî û vir ve bûn rêgeh û nirxê moralê yê têkoşîna me.
Rêber Apo ji roja destpêkê ya komploye û vir ve ji bo pûçkirina komployê kete nava kûrbûn û hewldaneke bêhempa. Ji bo têkbirina komployê û xurtikrina tevgera me ya azadiyê li nava şert û mercên zindanê jî bi rola xwe rabû; kir ku tevgrea me û gelê me têkoşîneke hîn bi xurtî bimeşînin. Em Rêberê xwe bi hurmet û hezkirin silav dikin ku 27 sal in li hemberî komployê berxwedaneke mezin dimeşîne.
Komploya navneteweyî li dijî porojeya Rojhilata Navîn a Demokratîk hat kirin ku Rêber Apo wê demê li ser bingeha azadiya gelê kurd û xwişk-biratiya gelan xwest biafirîne. Ji ber ku hêzên navneteweyî û herêmî Rojhilata Navîn a welê afirandibûn ku xwe dispart ragirtina kurdan a li binê serweriyê û qirkirina wan. Berjewendiyên xwe di nava Rojhilata Navîn a bi vî rengî de didîtin.
Hêzên navneteweyî bi rêya hevkarên xwe Rojhilata Navîn kontrol dikirin. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya ku xwe dispart çareeriya pirsgirêka kurd û xwişk û biratiya gelan, pergala ku xwe dispart hevkarî û nokeriya li Rojhilata Navîn bi dawî bike. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka kurd wê li Rojhilata Navîn rê li ber demokratîkbûnê vekiribûya. Lawazkirina hevkariyê û pêşîvekirina li demokratîkbûnê, dihat wateya şikestina lingên hêzên hegemon ên li herêmê. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo û PKK li pêşiya hegemonya xwe ya li Rojhilata Navîn astengî didîtin. Bi tasfiyekirina Rêber Apo û PKKê re xwestin vê xeteriya li ser hegemonya xwe ji holê rakin. Hebûna pergala Rojhilata Navîn a xwe dispêre hevkarî û nokeriyê ji bo wan girîng bû. Ev komplo di heman demê de li dijî xeta azadiya jinê jî hate kirin ku di pêşvebirina demokrasî û azadiyê de weke havên û katalîzor e. Ji ber ku hêzên hegemonîk ên bi serweriya mêr, îdeolojiya rizgariya jinan ji bo sîstema xwe ya bi serweriya mêr weke metirsiyeke mezin didîtin. Bêguman şikandina bandora PKKê ya li nava kurdan bi bandor e, yek ji armancên wan ên bingehîn bû.
Hêzên hegemon plan kirin ku bi bêbandorkirina Rêber Apo û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê dikarin bigihêjin van armancên xwe. Ji ber vê yekê jî gelek welat tevlî vê komployê kirin ku di dîrokê de mînakeke xwe nîne û li dijî Rêber Apo êrişek welê xistin meriyetê ku li ser rûyê erdê nikaribe ji xwe re cihekî bibîne. Meşandina komployê bi vî rengî nîşan da ku ji fikir, îdeolojî û xeta polîtîk a Rêber Apo çiqasî ditirsin. Rêber Apo bi komployeke bi vî rengî di 15ê Sibata 1999an de dîl hate girtin û ew xistin zindana Îmraliyê ya yek şexsî.
Di pêvajoya komployê de ku 9ê Cotmeha 1998an hate destpêkirin û heta 15ê Sibata 1999an dîlgirtina Rêber Apo hate dewamkirin, bi pêşengiya çalakiyên Hûn nikarin roja me tarî bikin gelê me li her cihî rabû ser piyan. Li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê gelê me li hemberî her cure zextan li ber xwe da, li dijî komploya navneteweyî xwe kir bend. Gelê me yê li Ewropayê qet rûnenişt, di pêvajoya komployê û piştî 15ê Sibatê de timî li ser piyan ma, li hemberî komployê di afirandina ruhê berxwedanê de bi roleke girîng rabû.
Yên ku komploya navneteweyî meşandin ji xwe re kiribûn armanc ku bi dîlgirtinê re Rêbe Apo bê bandor bikin, PKKê tasfiye bikin û gelê me ji Rêber Apo û PKKê qut bikin. Lê belê bi PKK bi ruhê berxwedana Hûn nikarin roja me tarî bikin hîn bêhtir bi Rêber Apo re bû, gelê me jî li dora Rêber Apo û PKKê civiya û li dijî komplogeran sekneke dîrokî nîşan da. Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li Rêberê me derket ku mînaka vê yekê di dîrokê de nîn e. Wezîra Karên Derve ya DYAyê ya wê demê Merlyn Olbreit bi gotina ‘Em ne li benda nerazîbûneke di vê astê de bûn’ rastiya xwedîderketina gelê me ya li Rêbertî bi rengekî balkêş anîbû ziman.
Rêber Apo di nava mercên dîlgirtinê yên Îmraliyê de got, komployên dîrokî nikarin pêşketinan bisekinînin, lê bi lez dikin û mînaka herî mezin a berxwedana zindanê nîşan da. Rêber Apo bi berxwedana zindanê ya 27 salan hîn xurt bû, mezin bû, veguherî rêberê azadiyê yê jinan û tevahiya mirovahiyê. Rêber Apo di nava van 27 salan de aqlê kurd afirand. Bi analîza li ser modernîteya kapîtalîst û rexneya li ser reel sosyalîzmê, xeta sosyalîzma demokratîk û paradîgmaya modernîteya demokratîk diyarî mirovahiyê kir ku wê tevahiya mirovahiyê rizgar bike. Bi vî rengî di rewşeke welê de ku modernîteya kapîtalîst krîzên giran afirandiye, îdeolojiya rizgariyê pêşkêşî mirovahiyê kir. Pêşengî ji vê îdeolojiya rizgariyê re kir û rêbertiya xwe li tevahiya cîhanê belav kir. Sedsala 21emîn bi îdeolojiya rizgariyê ya Rêbertî re wê bibe sedsala azadî û demokrasiya mirovahiyê. Di afirandina vê sedsalê de wê têkoşîna azadiya jinê roleke pêşengiyê bilîze.
Komplo di asteke girîng de hatiye pûçkirin, lê belê bi temamî nehatiye têkbirin û bidawîkirin. Jixwe piştî Peymana Parîsê ya di 5ê Çileya 2026an de hat kirin, êrişa 6ê Çileyê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku taxên kurdan e, bû komploya duyemîn a navneteweyî. Li cografya ku komploya navneteweyî ya 1998an lê destpê kir, komplo hat nûkirin û êrişê destpê kir. Çawa ku komploya 15ê Sibata 1999an di şexsê Rêber Apo de êrişa ji bo qirkirina kurdan bû, êrişa ku di 6ê Çileyê de hate destpêkirin jî êrişek li ser paradîgmaya Rêber Apo, sîstema demokratîk û destketiyên afirandî ye. Di heman demê de êrişek ji bo sabotekirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Rêber Apo li Rojhilata Navîn ku bi şerê olî û etnîkî yê westiya ye, bi çareseriyeke civakî û siyasî ya xwe dispêre neteweya demokratîk xwest dawî li vî şerê bê dawî yê li Rojhilata Navîn bîne. Ev paradîgmaya Rêber Apo li gel kêmasiyan li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kete pratîkê û ji bo Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk a mînak afirand. Desthilatdariya demkî ya li Şamê û çeteyên ser bi wê ve bi piştgiriya hêzên navneteweyî û dewleta tirk êriş birin ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewl dan sîstema demokratîk a ku bibe modela demokratîk a Rojhilata Navîn ku xwe dispêre neteweya demokratîk, tasfiye bikin. Bi vî rengî derb li sîstema demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate xistin, sîstema demokratîk a xwe dispêre neteweya demokratîk vekişiya nava sînorên rojavayê Kurdistanê. Bi vî rengî ev komploya ji bo qirkirinê û êrişa li ser azadî û hebûna kurdan weke sala 1999an bû êrişek li dijî sîstema demokratîk ku dihate xwestin li Rojhilata Navîn bê avakirin. Êrişa li ser demokratîkbûnê bi esasî, êrişa li ser hebûna kurdan û jiyana azad e, lewma ev komploya navneteweyî êrişek li dijî hebûna kurdan, destketiyên kurdan ên li herêmê û nirxên hevpar ên gelan e.
Gelê kurd li dijî komploya navneteweyî ya ku 9ê Cotmeha 1998an destpê kir, armancên wê yên nexêr dît û li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat rabû ser piyan. Bi heman rengî dît ku ev komplo jî êrişek li ser hebûn, jiyana demokratîk û azad a kurdan e, lewma li her cihî rabû ser piyan. Weke nerazîbûna sala 1999an a li hemberî komployê, heman nerazîbûn di serhildanên xwedîderketina li rojavayê Kurdistanê de jî hat nîşandan. Ev xwedîderketin di heman demê de xwedîderketina li paradîgmaya Rêber Apo û jiyana demokratîk û azad a gelê kurd e. Xwedîderketina li destketiyan e ku bi têkoşîna bi dehan salan li çar parçeyên Kurdistanê hatin afirandin. Hate dîtin ku êriş di şexsê Rojava de li hemberî tevahiya gelê kurd û destketiyan e. Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina hîn berfireh a sala 1999an a li Rêber Apo û PKKê bû. Êrişa li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê komployek li ser demokratîkbûna Rojhilata Navîn û azadiya gelê kurd e. Em gelê xwe û hêzên demokrasiyê yên li her parçeyên Kurdistanê li hemberî vê komployê rabû ser piyan, pîroz dikin. Divê bê zanîn ku komplo dewam dike û bi vê têgihiştinê ev xwedîderketin bê dewamkirin û armanca komployê bi temamî bê têkbirin.
Di salvegera 27emîn a komploya navneteweyî de em bang li gelê xwe û gelên xwe hemûyan dikin ku bi dirûşma azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re rabin ser piyan. Em dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî komployê heta dawiyê dewam bikin û armanca xwe ya azadiya Rêber Apo û Kurdistanê pêk bînin."


