KCK: Qazî Mihemed û hevrêyên xwe mîrateyek mezin li pey xwe hiştin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê Qazî Mihemed, Mahîr Çayan û cangoriyên şoreşê yên di dawiya meha Adarê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bîr anî û diyar kir ku wan mîrateyeke mezin li pey xwe hişt û wê têkoşîna wan azadiyê ku li pey xwe hiştine bê berdewamkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya salvegera Qazî Mihemed û hevalên wî yên li Qada Çarçira a Mahabadê hatin darvekirin, Mahîr Çayan û hevalên wî yên li Kizildereyê hatin kuştin, cangoriyên şoreşê û demokrasiyê yên di hefteya dawî ya meha Adarê de tên bibîranîn, daxuyaniyek nivîskî da û cangoriyan bi bîr anî.
Daxuyaniya KCKê bi vî rengî ye: “Rojên 30 û 31ê adarê dibe salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî ya li Qada Çarçira ya li Mahabadê û kuştina Mahîr Çayan û hevalên wî ya li Kizildereyê. Herwiha hefteya dawîn a meha adarê weke hefteya Lehengiyê tê pêşwazîkirin. Bi vê wesîleyê em Qazî Mihemed û hevalên wî yên li Qada Çarçirayê hatin darvekirin, Mahîr Çayan û hevalên wî yên li Kizildereyê hatin kuştin di şexsê sembolên Hefteya Lehengiyê Mazlûm Dogan, Egîd-Mehsûm Korkmaz de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin û soza xwe ya pêkanîna armancên wan dubare dikin.
Bîranîna Qazî Mihemed wê ji aliyê gelê kurd ve tu caran neyê jibîrkirin, wê tim bi rêzdarî, minetdarî û serfirazî were bibîranîn. Wan ji bo rûmet û azadiya gelê kurd ku hebûna wê dihat înkarkirin û bi komkujiyan re rû bi rû dima, bêyî bikevin fikara canê xwe têkoşîn meşand. Ji bo pêşketina hişmendî û yekîtiya neteweya kurd pêngavên girîng avêtin. Hêzên hegemonîk ên wê demê di navbera xwe de bazarî kirin û piştgirî dan êrîşên rejîma Şah a qirker. Ji ber vê yekê, rêveberiya damezrandî temenkurt bû. Lê belê, di hişmendî û hestên gelê kurd de cihekî mezin girt. Wan mîrateyek mezin li pey xwe hişt. Têkoşîna ji bo azadiyê ya pey wê li ser vê mîrateyê mezin bû û gihîşt asta xwe ya niha.
Têkoşîna bi pêşengiya Mahîr Çayan û xeta ku wî temsîl dikir, di pêşveçûna tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê de roleke girîng lîstin. Bi heman awayî, ew di pêşveçûna Tevgera me de jî bandorker bûye. Rêber Apo her gav vê rastiyê bibîr xistiye. Rêber Apo hewldanên xwe wekî parastina mîrata Mahîr û xwedî derketina li bîranîna wan, pênase kir. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin jî armanc dike ku vê têkoşînê pêş bixe û bidomîne. Tevgera me her gav hewl daye ku têkoşîna hevpar a gelan li ser vê rêyê berfireh bike. Îro, em bawer dikin ku rêya parastina Mahîr Çayan û Kizildere ji vê derbas dibe û em vê hewldanê didomînin.
Di hefteya dawî ya meha Adarê de ku me weke hefteya Qeremaniyê pêşwazî kiriye, bi dehan hevrêyên me yên hêja şehîd bûne. Şehîdên vê demê di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Egîd-Mahsum Korkmaz de her sal ji aliyê tevgera me û gelê me ve tên bîranîn. Careke din di şexsê wan de em hemû şehîdên me bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Şehîdên me yên ku heya roja îro berê têkoşîna me diyar kirine, wê ji vir û şûnde jî têkoşîna me ronî bikin, têkoşîna azadiyê wê bi pêşengiya wan bi ser bikeve.”


