KESK: Bersûc tên parastin û efûkirin
Platorma Şaxan a KESKê ya Wanê têkildarî erdheja 6ê sibatê daxuyanî da. Nûnerên KESKê desknîşan kirin ku kesên bersûv tên berdan û efûkirin û sûc dixin stûyê çend mutehitan.

Li Wanê platforma şaxan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) bi minasebeta salvegera erdheja 6ê Sibatê daxuyaniyek da. Endamên platformê pankarta “Îhmalan ji bîr nekin berpirsiyaran efû nekin” vekirin. Rêveber û parlamenterên DEM Partî, DBP, hevşaredarên Bajar ê Mezin ên Wanê, Dayîkên Aştiyê û endamên saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Nûnerê KESKê Nîhat Tunç daxuyanî xwend.
Nîhat Tunç bi bîr xist ku tevî ew asta wêraniyê ya rast nizanin jî lê ew dizanin ku ev rûxandin encama pergala rantê, bê kontrolkirin, xemsarî û cêzanekirinê ye û wiha pê de çû: “Piştî her erdhejeke mezin jî heman senaryo tê amade kirin. Tenê cihê karesatê hatiye guhertin. Encamên erdhejê yên kavil li vî welatî wek qeder tê dest girtin. Berpirsyarên rasteqîn tên parastin, berpirsyarî û süc diavêjin stûyê çend heb mutehitan.”


