KJKê got bi vê nêzîkatiyê pêvajo pêş ve naçe

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

1 deqe xwendin
KJKê got bi vê nêzîkatiyê pêvajo pêş ve naçe

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KJKê destnîşan kir ku nêzîkatiya li hemberî Abdullah Ocalan pîvana esasî ya nêzîkatiya li pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e. KJKê got ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê û pêşî lê neyê vekirin ku di nava mercên wekhev de danûstandinan bike, pêvajo bi pêş ve naçe.

Daxuyaniya Koordînasyona KJKê wiha ye:

“Di demekê de ku Şerê Cîhanê yê 3yemîn li Rojhilata Navîn giran bûye, Rêber Apo bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a 27ê Sibatê de li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Tirkiyeyê ji bo jinûve avakirina jiyana demokratîk, aştiyane û yekîtiya civakî înîsiyatîfeke dîrokî da destpêkirin. Ev înîsiyatîf taktîkeke siyasî ya rojane nîne, înîsiyatîfeke stratejîk û paradîgmayî ye. Perspektîfa Komara Demokratîk û bicihhatina paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk, li ser bingeha azadî û wekheviya gelan, jinan, çand û baweriyan wêsedsala 21ê bide qezençkirin.

Rêberê me ji bo pêkhatina vê paradîgmayê bi rengekî yek alî, bi nêteke baş û cihê baweriyê gav avêt, dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê anî û bi merasîma şewitandina çekan re ji bo afirandina destketiyeke mayînde ya ji bo gelan zemîna siyasî û civakî afirand. Lewma Rêber Apo weke muzakerevanê me yê sereke û rêberê siyasî ji bo serketina qonaxa destpêkê ya pêvajoyê bi rola xwe rabû, ya ku divê bihata kirin, kir. Di qonaxa destpêkê ya vê pêvajoyê de çûn û hatina heyet DEM Partiyê ji bo Îmraliyê, nîqaşên ku bi Rêber Apo re hatin kirin, hevdîtinên têkildarî pêvajoyê yên navbera partiyan, her wiha avabûna komîsyonekê li meclisê bûyerên girîng bûn. Lê belê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji gavên şênber ên ku dewlet û desthilatdariya AKPê ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê biavêje, ti gav nehate avêtin, pêşketinek nebû.

Li pêşberî hewldana Rêberê me ya ji bo demokratîkbûnê, ji tecrûbeyên pêvajoyên derbasbûyî hate fêhmkirin ku hikûmetaAKPê bi hesabên biçûk nikare desthilatdariya xwe xurt bike, bi mijûlkirinê nikare polîtîkayên xwe yên tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê bi ser bixîne. Mejiyê ku israr dike ku tenê bi bêçekbûnê dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û pirsgirêkê weke pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê nabîne, li pêşiya serketina vê pêvajoyê astengiya herî mezin e. Heta ku sedemên rûdana pirsgirêka Kurd neyên nîqaşkirin, ziman, nasname, çand û mafê rêxistinbûnê yê gelê Kurd ê ku sed sal in tê înkarkirin bi qanûnan neyên ewlekirin, her nêzîkatiya bê nîşandan wê bê wateya israra li ser neçareseriyê. Nêzîkatiay înkar û tinehesibandinê ya bi salan ku jinên Kurd li komîsyonê jî careke din lê rast hatin, mînakeke din a nêzîkatiya li vê pêvajoyê radixe pêş çavan. Mejiyekî ku zimanê dayikê yê civakekê nas neke, jê nayê hêvî kirin ku hebûna wê nas bike û pirsgirêkên wê çareser bike. Em vê nêzîkatiya li hemberî ziman, nasname û hebûna jin û gelê Kurd bi tundî şermezar dikin, bang li komîsyonê dikin ku vê şaşitiyê