KNKê Qazî Mihemed û hevrêyên wî bibîr anî
Konseya Rêveber a KNKê, Qazî Mihemed û hevrêyên wî bibîr anî û diyar kir ku têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê berdewam dike.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevrêyên wî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de, girîngiya dîrokî ya Komara Kurdistanê hat bibîr xistin û hat destnîşankirin ku têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê berdewam dike.
KNKê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di roja 31ê Adara 1947an de piştî rûxandina Komara Kurdistanê, damezrêner û serokkomarê pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokkomar Seyf Qazî û nûnerê Mehabad li parlamentoya Îranê û nûnerê Qazî Mihemed ê Tahranê Sadr Qazî, li meydana Çarçirayê hatin darvekirin. Kesên hatine darvekirin bi van hersê têkoşeran ve sînordar nîn in. Hem beriya darvekirina Qazî Mihemed û hem jî piştî wê li Mihabad, Seqiz, Bokan û Miyabduab ê 22 efser û rêvebirên din jî yên Komara Kurdistanê hatin darvekirin. Çar efserên Komarê ku zivirîbûn Iraqê û bi Mele Mûstafa re neçûbûn welatê Sovyetê, li Bexda yê hatin darvekirin. Bi giştî 28 rêveber û efserên Komara Kurdistanê hatine darvekirin û tevli nava karwanê şehîdên azadiyê bûne.”
‘Nêzikatiya hêzên mêtînger hê jî didome’
KNKê di daxuyaniya xwe de got ku Qazî Mihemed û hevrêyên xwe bi dilsoziyek mezin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîne û wiha got: “Bi avakrina Komara Kurdistanê re di rizgariya gelê kurd de gaveke dîrokî avêtin. Di encama lihevkirinên dewletan, bi taybetî Brîtanya û Soveyetê ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin, bi rejîma Şahê faşîst re dewleta Îranê êrişî Komara Kurdistanê ya ku nû hatibû avakirin, kirin. Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên têkoşer li Qada Çarçira darvekirin. Têkoşîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî û bêbextiya ku li wan hat kirin bi awayekî vekirî nîşan da ku hêzên kolonyalîst çawa nêzî kurdan bûne û ji bo berjewendiyên xwe dikarin bêbextiyê bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Kurdistanê re derket holê ku berpirsyarê rastî yê pirsgirêka kurd û çaresernebûna wê, hêzên mêtingere û ev nêzîkatiya wan îro jî didome.”
‘Qazî Mihemed semboleke mezin e’
KNK di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Dema ku Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin, destkeftên mezin ên rêxistinkirina civaka kurd, ferheng û çand, perwerde, hînkarî û aborî, bi giştî binesaziya wê hatibû amadekirin. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalîzma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê, dawî li Komarê hat. Dîsan bi plan û komployên nevneteweyî re ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê ku wek mafên rewa yên kurdan in binpêkirin û li rojhilatê Kurdistanê dagirkerî heta roja îro domandin. Di wê demê de biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê, biryareke siyasî û civakî ya wêrek bû ku di nava şert û mercên giran ên bi dawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû. Lewra ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.”
‘Îran hêjî ciwanan darve dike’
KNK di daxuyaniya xwe de got: “Îro jî, li hemberî desthilatdariya dewleta Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û parastina rewa têkoşîneke destanî didine meşandin. Tevî ku dewleta Îranê, her roj cezayên darvekirinê dide ciwanên kurd, têkoşer, siyasetmedar û çalakvanên kurd di zindanan de dîl digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmed û hevrêyên wî didomînin.
Bêhtirî meheke Îran di nava şereke giran da ye. Gelê rojhilatê Kurdistanê jî, ji vî şerî gelek bi bandor dibin. Rejîma Îranê, ber bi rûxandinê ve diçe. Niha bi giştî di herêma rojavaya Asyayê da kaosek heye. Ev rewş hem xeterî hem jî derfetan bi xwe re tîne. Di serî de gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê divê ji vê rewşê re amade bin. Divê li hember êriş û xeteriyan gel bê parastin û divê derfetên azadiyê jî bêne afrandin.
Em weke KNKê, di bîranîna 79emîn saliya şehadeta pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadr Qazî û hevrêyên wan de, hemû şehîdên Kurdistanê careke din bi rêz û hurmet bi bîrtînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Herwiha di sêrî de dagirkerên weke rejîma Îranê û hemû dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar û mehkum dikin.”


