Koçberên Serêkaniyê çûn serdana Waliyê Hesekê

Şandeya Komîteya Koçberên Serêkaniyê çûn serdana Waliyê Hesekê û têkildarî dosyaya vegerê nîqaş kirin.

1 deqe xwendin
Koçberên Serêkaniyê çûn serdana Waliyê Hesekê

Şandeyeke koçberên Serêkaniyê serdana parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa kir. Di serdanê de li ser rewşa koçberên Serêkaniyê û rêbazên vegera li herêma xwe bi awayên guncav axivîn.

Şandeyê da zanîn ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê êş û zehmetiyên koçberan gihandine gelek aliyê fermî yên hundir û derve. Herwiha piştî lihevkirina HSDê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya 29ê çileyê hîn zêdetir dosya vegera koçberan dişopînin.

Herwiha şandeyê bal kişand ser rola parêzgar di dosya vegera koçberan de û daxwaz kir ku dosyaya vegera koçberan bigihêje hemû aliyên fermî.

Parêzgar Nûredîn Ehmed Îsa got doza vegera koçberên Serêkaniyê yek ji dozên sereke ye ku di rojevê de û ew girêdayî peymana 29ê çileyê li ser rê û rêbazên vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê dixebitin.

Îsa di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku ew her tim dosyaya koçberan dişopînin, êş û zehmetiyên koçberan digihînin gelek aliyan û ji bo vegerin bi hikûmeta Şamê re di nava têkiliyê de ne.

Parêzger diyar kir ku di pêvajoya pêş de ew ê bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bigihêjin rê û rêbazên vegera guncav û ewle ya koçberên Serêkaniyê û bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re di nava têkiliyê de bin.

Di civînê de parêzgar û şandeyê diyar kir ku e dê di wexteke nêz de ji bo şopandina dosyaya koçberan li hev bicivin.

Di dawiya serdanê de parêzgar Nûredîn Ehmed xebatên Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi nirx dît û got, ew ê bi hev re li ser dosyaya vegera koçberan bixebitin.