Komeleya Jinan a Rojhilat: Divê li dijî sûçê mirovahiyê bersiveke navneteweyî were dayîn

Komeleya Jinan a Rojhilat ragihand ku bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye û li hemberî vê yekê divê bersiveke rasteqîn a navneteweyî bê dayin.

1 deqe xwendin
Komeleya Jinan a Rojhilat: Divê li dijî sûçê mirovahiyê bersiveke navneteweyî were dayîn

Komeleya Jinan a Rojhilat têkildarî rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Hate ragihandin ku li dijî sûcên mirovahiyê ku li Îran, Rojhilat û Rojava diqewimin, divê bersivek rastîn a navneteweyî were dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Ya ku li Îran û Kurdistanê diqewime sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bersiveke rastîn a navneteweyî pêwîst dike. Ji ber vê yekê, em bang li rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, sazî û rayedarên demokratîk dikin ku bêdengiyê bişkînin, sûcên Komara Îslamî wekî sûcên li dijî mirovahiyê nas bikin û kesên ku ji kuştin, êşkence û zilmê berpirsiyarin, radestî edaleta navneteweyî bikin.

Li Rojava, jin bûne hêza sereke ya parastin û rêxistinkirina civakê. Bi têkoşîna xwe nîşan dane ku azadiya jinan dikare bibe bingeha afirandina pergalek civakî ya nû. Lê ezmûn û destkeftiyên Rojava, bi berdewamî di warê siyasî, leşkerî û navneteweyî de rastî gefan hatiye. Êrişên leşkerî, guhertinên jeopolîtîk, nebûna piştgirî û dudiliya rayedarên navneteweyî û hewldanên ji bo şikandina ezmûna Rêveberiya Xweser, jiyan, ewlehî û destkeftiyên jinan li herêmê xistine xeteriyê.

Em, wekî Komeleya Jinan, bi israrin ku têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û edaletê heta roja ku tu jin ji ber nijad, bawerî yan jî şêwazê jiyana xwe neyê sucdarkirin û tu desthilatdarî nikaribe dengê jinan bi tirs û şîdetê bitepisîne, bidomînin. Bêdengiya civaka navneteweyî rasterast hiştiye ku ev sûc berdewam bikin. Ji ber vê yekê, em careke din tekez dikin ku divê bersivek zelal, bihêz û bibandor were dayîn, ne tenê di asta axaftinê de, lê di asta kiryar, hesabpirsîn û cezakirinê de pêwîst dike.

Em, bang dikin ku têkoşîna ji bo azadî û edaletê divê nesekine. Jin dê tu carî dev ji daxwazên xwe yên ji bo jiyaneke azad, wekhev û mirovî bernedin. Em tekez dikin ku têkoşîna jinan ya li Îran, Kurdistan, Rojava an li her deverek din, têkoşîneke ji bo jiyanek bê zilm, ji bo rûmeta mirovan û ji bo pêşerojek ku jin tê de ne bin qurbanî ye.”