Komên girêdayî HTŞê li Şêxmeqsûdê bi zora mal şelandin

Komên girêdayî HTŞê li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê di bin gefa çekê de maleke Kurd şêlandin û dizî kirin.

1 deqe xwendin
Komên girêdayî HTŞê li Şêxmeqsûdê bi zora mal şelandin

Komên girêdayî HTŞê bi darê zorê li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê diziya malan dikin. Şêniyên taxê agahî dan ANHAyê û diyar kirin ku komên çekdar ên HTŞê bi zorê diziyê dikin. Li gorî agahiyan, çekdarên tê texmînkirin girêdayî komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne bi ser maleke Kurd ê ji 5 kesan pêk tê de girt, di bin gefa çekê de tiştên malê li pêş çavê xwediyê wê weke telefon, 250 hezar lîreya Sûriyeyê dizîn.

Berê jî dizîn, talankirin û şêlandina sîstematîk li dijî malbatên Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatibûn. Ev yek bi armanca koçberkirina Kurdan û hiştina malên xwe nîşan dide. Ev sûc piştî êrişa dijwar ên li dijî her du taxan di 6ˊê Çileya borî de, pêkanîna komkujî û wêrankirina mal-milkan û binesaziyan pêk tê.