Komploya 15ê Sibatê dê were protestokirin
Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, wê li gel meşên ku bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk werin lidarxistin, were protestokirin.

Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, wê li gel meşan were protestokirin. Meşên ku wê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve werin lidarxistin, wê li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû navendên bajêr û navçeyan di heman demê de werin lidarxistin. Wê di meşan de li gel ronahiyên telefonên bêrîkan û feneran ji tarîtiya komployê re bersiv were dayîn.
Di meşan de wê peyamên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekîtiya neteweyî derkevin pêş. Herwiha wê di meşan de êrişên li ser Rojava ku Tevgera Azadiya Kurd weke ‘’komploya duyemîn’’ pênase dike, werin şermezarkirin û peyama parastina destkeftiyan were dayîn.
Meş wê li hemû bajar û navçeyan saet di 18.00an de bi hev re dest pê bikin.


