Konservatuvara Aram Tîgran perwerde da 440 xwendekaran

Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran, di sala ewil de di beşa şano, sînema û muzîkê de perwerde da 440 xwendekaran.

1 deqe xwendin
Konservatuvara Aram Tîgran perwerde da 440 xwendekaran

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Konservatuvara Bajarî ya Aram Tîgran, di sala ewil de perwerdeya şano, sînema û muzîkê da 440 xwendekaran. Konservatuvara ku ji ber serdema havînê dê di dawiya meha hezîranê de navberê bide perwerdeyê, piştî çalakiya dawiya salê ya ku dê di 29ê hezîranê de li dar bixe, armanc dike ku di serdema nû de yanî di meha Îlonê de dest pê bike, di heft beşên cihê de perwerdeyê bide.

Berpirsê Konservatuvarê Ferhat Ertaş daxuyand ku bi serlêdanên serdema nû re dê di heft beşên cihê de perwerde bê dayîn û destnîşan kir ku bi serlêdanên ku di meha Îlonê de hatine girtin re, perwerde hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan hatine destpêkirin.

Ferhat Ertaş anî ziman ku wan di beşên sereke yên şano, sînema, muzîk û ziman û wêjeya Kurdî de xwendekar perwerde kirine.