Kovara Jinê bi berga 'Di  Rêça Jîna Emînî de Jin Jiyan Azadî' derket

Hejmara 133yî ya Kovara Jinê bi berga “Di Rêça Jîna Emînî de Jin Jiyan Azadî” hate weşandin.

1 deqe xwendin
Kovara Jinê bi berga 'Di  Rêça Jîna Emînî de Jin Jiyan Azadî' derket

Hejmara 133yî ya Kovara Jinê bi berga “Di Rêça Jîna Emînî de Jin Jiyan Azadî” hate weşandin. Di vê hejmarê de, kovarê li ser jin, azadî û jiyanê sekinî, li ser mîrata Jîna Emînî û rehên dîrokî yên rastiya jinan di çarçoveya berxwedan, şoreş û azadiyê de di têkoşîna jinan de sekinî.

Hemû sernavên kovarê wiha ne:

"*Şoreşa Jin Jiyan Azadî Didome / Rojda Bedîa Akkaya

*Jin Jiyan Azadî / Sakîne Esen Yilmaz

*Jin, Jiyan, Azadî / Canan Gullu

*Nabiz Atişi / Zîlan Dîyar

*Rizgarî bi destên jinan e / Ozgur Demîr

*Di eyneya Înanna û Medûsa de rastiya jinê / Gulan Îraz"