Kovara 'Ozgur Halk' dest bi weşana dijîtal kir
Kovara Ozgur Halk (Gelê Azad) li ser medyaya dijîtal dubare dest bi weşanê kir

Hejmara yekemîn a Kovara Ozgur Halkê a dijîtal ku ji Mijdara 1990î ve weke weşaneke siyasî, teorîk û çandî tê weşandin, bi sernavê ‘’Serûbinbûnên herêmî û Pêvajoya Civaka Demokratîk’’ hate weşandin.
Di hejmara yekemîn a kovara mehane de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo cih girt. Manîsfesto, weke heşt beşan bi vîdeo û vezarkirinan hate pêşkêşkirin.
Herwiha di hejmara yekem de nivîsên têkildarî mijarên civaka demokratîk, neteweya demokratîk, sosyalîzm, azadiya jinan û ekolojiyê cih girtin û beşeke mezin a naverokan ji xebatên ku ji Akademiya Zanistên Civakî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine wergirtin, pêk tê.
Xwîner dikarin li ser platformên dijîtal Kovara Ozgur Halk bixwînin.


