Kurd: Di navbera hêvî û bêhêvîtiyê de
Berê xwe bidinê, dewleta tirk ji destpêka pêvajoyê heta îro rewşeka nediyar ava kir û hê jî di nediyarbûnê de israr dike. Kes nizane di dawiya pêvajoyê de çi li pêşiya civakê ye. Heta jê tê pêvajoyê dirêj dike, da ku tevlihevî û dubendiyan di nav civaka kurd de zêde bike.

Hêvî bendewariyên ji bo dahatûyê ne. Ango mirov li bendê ne ku di dahatûyê de rewş di aliyê erênî de baştir û zelaltir bibe. Lê di vê serdemê de ewqas ne pêkan e ku mirov li ser dahatûyê hêviyan ava bike. Ji ber ku serdemeke pir tevlihev û nediyar li benda mirovahiyê ye. Ev rewş dibe sedem ku di nav mirovahiyê de reşbînî û bêhêvîtî ava bibe. Lewra di vê serdemê xwekuştin, nexweşiyên derûnî û stres bi awayekî berbiçav zêde dibin. Ev rewş yekser bi rewşa heyî ya dinyaya global ve girêdayî ye. Bêguman di demên berê de jî rewşên wiha çêbûne. Lewra ji gelek hêlan ve têgiha hêvî û bêhêvîtiyê hatine nirxandin û şîrovekirin. Bi taybetî di aliyê fîlozofiya bûneweriyê de têgiha bêhêvîtî an jî bêhêvîbûnê hatiye nirxandin. Bi giştî fîlozofiya bûneweriyê bêhêvîtiyê wekî ceribîneke lêpirsînê ya mirovan li ser dinya û mirovahiyê pênase dike. Ango mirov di vê rewşê de li ser xwe û dinyayê diponijin. Heke mirov karibe bi awayekî erênî ji vê rewşê derkeve, wê demê hêviyên xwe xurt dike. Lê heke mirov di aliyê neyînî de zêdetir bihizire û nikaribe xwe ji vê rewşê derxîne, wê demê jî rewşên wekî xwekuştin, nexweşiyên derûnî û zêdebûna stresê derdikevin holê. Di heman demê de takekes jî ji civakê dûr dikeve û nirxên civakî tune dihesibîne.
Di van demên dawî de li nav kurdan bi bêhêvîtiyê ve têkildar rewşeke tarî, nediyar û kaotîk derketiye holê. Li tevahiya Kurdistanê rewşeke wiha heye, li ser meselê, li Rojhilat şerê di navbera Îran û Amerîkayê de, li Başûr avanekirina yekitî û tevlîhevî û dubendiyên di navbera partiyên siyasî de, li Rojava danûstandinên di navbera rêveberiya Rojava û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de û li Bakur jî nediyariya pêvajoya di navbera tevgera azadiyê û dewleta tirk de stresa civaka kurd zêde dikin. Bêguman mirov dikare hinek sedemên din ên wekî rewşa aborî, civakî, çandî û polîtîk jî lê zêde bike. Bûyerên li devereke Kurdistanê diqewimin rasterast tevahiya civaka kurd eleqedar dikin, lewra kurd li ser van rewşan serê xwe diêşînin û reşbîn dibin. Jixwe hemû amûrên van dewletan ên wekî perwerde, medya, sazî û dezgehên cuda êrişî civaka kurd dikin da ku kurdan ji hêla derûnî ve têk bibin. Ango rasterast êrişê hêviyên civaka kurd dikin da ku ji bo dahatûya xwe tiştekî şênber nebînin.
Îran ji hêlekê ve her roj kurdan bi dar ve dike ji hêla din ve her roj bi balafiran êrişê başûrê Kurdistanê dike. Sûriye ji hêlekê ve danûstanê bi Rojava re dike ji hêla din ve jî hemû deskeftiyên kurdan tune dihesibîne. Tirkiye jî bi heman awa û rêbazê li hemberî bakurê Kurdistanê dimeşîne, ango ew jî ji hêlekê ve bi tevgera azadiyê re pêvajoya aştiyê dimeşîne, ji hêla din ve jî ti gavên şênber navêje. Werhasil ev dewlet hemû plan, proje û polîtîkayên xwe yên li dijî kurdayetiyê bi awayekî birêkûpêk dimeşînin. Bêguman pêşengiya plan, proje û polîtîkayên van dewletan Tirkiye dike. Tevî ku vî qaskî Tirkiye bi tank û topan êrişê kurdan nake jî, rasterast êrişê derûnî û hêviyên civaka kurd dike, da ku di nav civaka kurd de derûniyeke xirab û hêvîşikestinê bi pêş bikeve. Ji bo vê jî tişta ji destan tê, dewlet texsîr nake. Wekî mînak dewlet bi saziyên xwe berê ciwanên kurd dide madeyên hişbir, fihûşê û bi vê di nav ciwanan de bêçalakîtiyê bi pêş dixe. Ango di nav ciwanan de tevgerên derveyî exlaq û çanda civakî bi pêş dixe da ku girêdana civak û nifşên nû qut bike.
Berê xwe bidinê, dewleta tirk ji destpêka pêvajoyê heta roja îro rewşeka nediyar ava kir û hê jî di nediyarbûnê de israr dike. Ango kes nizane ka berê pêvajoyê li ku ye û di dawiya pêvajoyê de çi li pêşiya civakê ye. Her wiha heta jê tê pêvajoyê dirêj dike, da ku tevlihevî û dubendiyan di nav civaka kurd de zêde bike. Jixwe ji berê ber de dewleta tirk her dixwest dubendiyan di nav civaka kurd de ava bike û bi vî awayî hinek kurdan bikişîne kêleka xwe. Bêguman armanca sereke ya dewletê ji pêvajoyê hêvîşikestinê di nav civaka kurd de ava bike. Û bi vê rewşê serê civaka kurd tevlihev bike. Dewlet di vê pêvajoyê de bi hemû amûrên xwe hewl dide ku hêviyên kurdan bişikîne da ku di navbera civaka kurd dubendî mezin bibin û baweriya civakê ji tevgera azadiyê nemîne.
Bêguman bêhêvîtiya li nav civaka kurd zêde dibe, ne tenê ji ber pêvajoyê ye. Gelek sedemên bêhêvîtiyê yên weke aborî, civakî û polîtîk hene. Li ser meselê sazîbûn û rewşa polîtîk a kurdan ne pir zelal û xurt e. Ev jî bêhêvîtiyê xwedî û mezin dikin. Lê nêzîkahiya dewlet û hinek rêvebirên kurdan dibe sedem ku kurd bêhêvî bibin. Li ser meselê, piştî her hevdîtina rêvebirên kurd bi rayedarên dewletê re daxuyaniyên erênî tên dayîn û ev daxuyanî di nav civakê de hêviyan ava dikin. Her wiha dem tên diyarkirin ku wê dewlet gavan biavêje. Ango dewlet jî û rêvebirên kurdan jî gotinên xweş dikin, lê ji aliyê pratîkî ve heta roja îro gavên ku hêviyên civakê mezin bikin, ji hêla dewletê ve nehatine avêtin. Tevî ku dewlet ji hêla stratejîk ve çekan bi kar neyne jî, bi hemû alav û amûrên xwe li dijî civaka kurd şerê derûnî dimeşîne. Mixabin hinek daxuyaniyên rêvebirên kurd jî alîkariya vî şerê li dijî kurdan dikin. Hêvîşikestin jî ji ber gotinên nakevin pratîkê bi pêş dikeve. Ji ber ku bêhêvîtî di asta civakî de bi xwe re sistbûn û bêçalakîtiyê tîne, di hêla mafên kolektîf û polîtîk de jî xemsariyê derdixe holê, dewlet li ser vê yekê pir disekine. Lewra her car dibêje, lê napêje. Di vê hêlê de divê rêvebirên kurd nekevin xefka dewletê û li hemberî kiryar, fel û fitneyên rejîma kesk û tirkperest hişyar û baldar bin.
Di vê çarçoveyê de, divê kurd bizanibin ku heta ji dewletên dagirker bê, wê ti carê wekî kirde kurdan qebûl nekin. Lê kurd bi têkoşîn, yekîtî û rêxistinbûneke xurt wê bikaribin plan, proje û polîtîkayên tunekirinê pûç bikin. Ango divê hêvî û baweriya me kurdan li ser bingeha têkoşîn, yekîtî û rêxistinbûneke xurt be. Bi gotina berxwedêrên Rojava ‘bi xwe bawer bin, bi gelê xwe û bi şervanê xwe bawer bin’.


