Kurdî qedera min e.
Dema ez stranên kurdî dibêjim ez gotinên wan, çîrokên wan hîs dikim û girêdanek di navbera min û guhdarvan de çêdibe.

Dema ez stranên kurdî dibêjim ez gotinên wan, çîrokên wan hîs dikim û girêdanek di navbera min û guhdarvan de çêdibe. Min dizanibû kurd hene, kî ne û çi ne, ez ji rewşa kurdan agahdar bûm lê min muzîka wan nedizaniya, haya min ji xezîneya stranbêjiya kurdî tunebû
Gava di şahî û konserên kurdan de bi kurdî distrê, mirov dibêje qey ew bi eslê xwe kurd e. Wexta mirov guhdariya dengê wê dike, ew deng mirovî bi xwe re dibe çiya û zozanên Kurdistanê yên berz û bilind. Divê ez vê jî bibêjim; bi qasî stranên wê rûgeşiya wê jî dişibe ya keçên kurd. Min çend pirs arasteyî Eléonore Fourniau kir, ka ji bo çi û çawa keçeke fransiz hewcedarî bi strandina kurdî dibîne û ji nav bi dehan zimanan berê xwe dide stran û lorîkên me yên kurdî.
Çîroka stranbêjiya te ya kurdî çawa dest pê kir, ji ber çi te ji nav bi dehan zimanan berê xwe da stranên kurdî?
Ji bo ez bikaribim bersiva vê pirsê bidim, divê ez hinekî behsa jiyan û serpêhatiyên malbata xwe bikim. Dê û bavê min her du jî dîrokzan in, li ser Asyaya Navîn gelek lêkolîn kirine: li Ozbekistan, Tacikistan, Tirkmenistan, Kirgizistan û Kazakistanê. Ew bi gelek zimanên rojhilatî dizanin: farisî, tirkî, rûsî. Ew ne tenê Asyaya Navîn, belê Tirkiye û Kurdistanê jî baş nas dikirin. Gava ew ciwan bûne qasî du sê salan li Stanbolê jiyane. Xaltîka min jî li ser kurd û elewiyan doktora kiriye û demeke dirêj li Stenbolê maye. Bi malbata min re eleqeyeke mezin heye ji bo welatên Rojhilat, ne tenê Kurdistan bi giştî eleqeya wan ji bo çand û zimanên rojhilatî heye. Wexta ez piçûk bûm em li Ozbekistanê diman. Li wir ez hînî zimanê rûsî bûm, lê zimanê ozbekî hîn nebûm. Bi giştî ziman û dîrokê her tim bala min jî dikişand. Min li zanîngeha Fransayê beşa dîrokê xwend. Xwendina beşa dîrokê ji bo min ezmûneke pir zehmet bû, pê re pir westiyam. Min xwest salekê biçim welatekî cuda, bi tiştekî cuda re eleqedar bibim. Ez çûm Stenbolê. Stenbol ji bo xelkê Ewropayê cihekî pir dilniwaz e. Dema ez li wir bûm min dît


