Kurdistaniyan li Almanyayê mîtîng li dar xistin

Kurdistaniyan li bajarên Hannover û Heilbronn yên Almanyayê ji bo piştgiriya Rojava mîtîng li dar xistin.

1 deqe xwendin
Kurdistaniyan li Almanyayê mîtîng li dar xistin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakiyên piştevaniya bi Rojava re dewam kir. Bi sedan kes kom û meşiyan. Girseyê di meşê de êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û statuya siyasî ya herêmê xwestin. 

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê, destnîşan kir ku ew ê heta ku encameke teqez bigirin li qadan bin. 

Girseyê di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Jin, jiyan, azadî” ve “Terorîst Erdogan, terorîst Colanî” berzkirin

Heilbronn

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bi armanca xwedîderketina li Rojava, li Kiliansplatzê standa agahdarkirinê vekirin. Piştî xebatên agahdarkirinê yên ku tevahiya rojê dom kirin, êvarê bi beşdariya bi dehan Kurdistanî û dostên wan mîtîngek li dar xistin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseya ku qad dagirtibû, di mîtîngê de gelek caran sloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Rojhilat” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.