Kurdyantalîzm!

Kurdbûna xav an jî ya ku bi genetîka wê hatiye lîstin, divê baş were nirxandin. Ji ber ku a niha li Rojhilata Navîn, kurdbûn ji nasnameyeke şexsî wêdetir, nasnameyeke kolektîf û îdeolojîk e.

1 deqe xwendin
Kurdyantalîzm!

Beriya her tiştî sernavê vê nivîsê bixwe, mû li min kir şûjin, ez dam ricifandin, ev hest di hiş û dilê min de ava kir ku, gelo ez tiştekî gelekî xerab û şaş dikim? Li cihê ku divê were lêxistin gelo ez dikujim? Gelo ez meseleyê ji adetê derdixim, şor dikim, reş û kizûrî dikim? Lê divê ‘kurd’ û ‘kurdbûn’ ji qada dogma, serhişkî û tabûyê jî û ji qada pîrozkirin û fetîşîzmê jî were rizgarkirin. Kurdbûna xav an jî kurdbûna ku di dîrokê de bi genetîka wê hatiye lîstin, divê baş were nirxandin. Ji ber ku a niha li Rojhilata Navîn, kurdbûn ji nasnameyeke şexsî û biyolojîk wêdetir, nasnameyeke kolektîf û îdeolojîk e. Jixwe mesele ji vir dizê. Kes an jî kom, meseleyên ku tên bi şexsîbûnê ve tên girêdan jî, yek ji encama polîtîkbûna wê meseleyê ye, tiştên şexsî jî polîtîk in. Ku hinek kes bibêjin ‘nabe ku her tişt polîtîk be’ ev gotin bixwe jî polîtîk e, yan jî were gotin ‘her tişt ne îdeolojî ye’ ev gotin jî îdeolojîk e. Kes û polîtîkbûn du xal bin, bi şertê ku ev her du xal navendên elîpsê (şikla geometrîk) bin û li ser esasê van xalan heke elîpsek were xêzkirin, ji van xalan yekê bi dengekî nizm an jî kurtepistî jî ber bi kîjan alî were axaftin; ew dengê nizm an jî kurtepistî bêyî ku kêm û qels bibe, wê xwe bigihîne kerika guhê xala din. Têkiliya kes û polîtîkbûnê jî, wekî vê elîpsê ye, ew dizên neqebekê, berxên salekê û berûya darekê ne. Di navbera wan de reşahiyeke tenik a wekî qîrê heye, ew jî kaxizê karbonê ye. Çi tişta ku li rûyekî were nivîsandin li rûyê din jî şopê dihêle. 

Welatên rojavayê dinyayê a ku wekî gurên har her ciha ku diranê wan tê re çû diavêt devê xwe, di sedsalên 18-19an de ji bo îspatkirina mezin û xurtbûna xwe divê ji xwe re ‘kesên din’ ava bikirana, navê vê mêtingeriya xwe ya bêyî şûr û barûdê jî kiribûn ‘orientalizm’ (oryantalîzm, rojhilatnasî). Cîhana rojava ji bo ku ‘pêşketîbûna’ xwe nîşan bide ji wan re rojhilateke ‘paşvemayî’ hewce bû û wan ev ‘rojhilata paşvemayî’ ne tevî kod, dîrok, helwest û hebûna wê; bi awayê ku ji wan re çi hewce be yan jî bixwazin çi bibînin, wisa lê nihêrtin, wisa lê bûn mêvan, wisa kirin mêvan. 

Di vê astê de ‘kurdyantalîzm’ belkî wekî têgiheke xav xuya dibe û jê re neqş û nîqaş lazim in, lê pênase û motîvasyona wê ya herî basît ev e, tê wateya ku vê sefera hişî û ramyarî bi destê kesên kurd’ ji bo dagirker, mêtinger û oryantalîzmê were kirin. Di vê seferê de ya ji malê ber bi derve ve kirin, dirîkên gulên ku rengê xwe dane kiras, fîstan û dêreyên dayîkên kurd tên rûçikandin, reng û bêhna gulê wekî bêhneke mîstîk ji derve re tê pêşkêşkirin. Ligel ku li rêzeçiyayên Zagrosan parçeyên mezin ên artêşên Îskender û Tîmûr bûn guhên wan, li van deran dagirkeriya wan li wan hate berevajîkirin, ‘kurdyantalîst’ ji dêvila vê berevajîkirina artêşan, bala xwe dide pêşkêşkirina guldexwînan. Şîfreya li vir berevajîkirin e. Nayê hesabê wî/ê ku bibêje li kîjan gelî, newal û çiyayê Kurdistanê artêşên dagirker ên ku derbên giran xwarine û hebûna wan li wan hatiye berevajîkirin, li wir guldexwînan şax vedane. Guldexwîn kulîlkeke stûxwar û serberjêr e, lê sembola çiyayên Kurdistanê yên gerdenaz û serbilind e. 

‘Kurdyantalîst’ên zombî dema ku ji derve re qala Keleha Dimdimê dikin; destê xwe li sînga xwe dixin, kumê xwe diavêjin asîmanan, li mêran dinihêrin wekî li mêşan binihêrin. Ew xwe bi qehremanî, wêrekî, rûmet û serbilindiya Keleha Dimdimê dipesinînin lê beriya efendiyên xwe, Dimdimên hemdem ên wekî Kobanê, Sûr, Cizîr û Nisêbînê terorîze dikin! Hewce bike dikarin li qesr û qonaxên ku li ser bermahiyên Dimdimên Hemdem hatine avakirin, helbestên li ser Dimdimê jî bixwînin! Dengê defa qehremaniyê heke ji dîroka dûr were şox û şeng û xweş dawet e; lê heke li ber pozê mirov were şerm, gosirmet û qebehet e! 

Nijadperestî di koka xwe de pûtperestî ye. Ji ber ku nijadperestî pûtekê bi navê ‘nijad’ çêdike û li ser hemû kesan ferz dike ku bêyî lam û cîm, bêyî virde û wêde divê îbadeta xwe ji wî/ê pûtî/ê re bikin. Di vê çarçoveyê de, çawa ku her dara stûr ne ziyaret e, bi tenê ‘kurd’ jî ne tiştekî pîroz e ku hemû îbadet jê re werin kirin. Kurd lê kurdbûneke çawa? Kurdbûneke ku ji bo xwe germ bike agirê xwe yê Newrozê yê 2 hezar 600 salî difiroşe bi kîsek komir? Kurdbûneke ku li ser axa ku deh hezar sal in genim tê çandin, ji bo ku xwe têr bike dengê xwe difiroşe bi torbeyekî miqarne? Ev kurdbûn ji bo ku were ser hişê xwe, divê bi sabûnên genim û bi lûfikên ji agirê Newrozê were şuştin. Ji ber ku heke kurdek an jî kesek heta eniyê ketibe nav pîsî û xerabiyê û tayekî paqij ê porê wî/ê jî mabe, divê mirov wî/ê ji nav wê xerabiyê derxîne. Lê beriya wê divê pût û maskeyên ‘kurdbûna biyolojîk pîroz e’ were şikandin.

Îro tişta ku hewl didim bi ‘kurdyantalîst’ê bibêjim hema bibêjî di dîroka hemû gelan de nimûneyeke wê heye. Judenrat (Konseya Cihûyan) a ku di dema Holokostê de (bêtirê wan cihû herî kêm 10 milyon kes hatin kuştin) de ji bo Naziyan xebitîn. ‘Indigenat’ên ku ji nav gelên xwecihî yên di bin mêtingeriya Fransayê de dihatin hilbijartin û ji bo berjewendiyên Fransayê dixebitîn. 

Divê neyê qebûlkirin, kurdbûneke ku li ser ‘hiş û bîra protesto’yî ya Kawayê Hesinkar, Hazretî Îbrahîm, Keleha Dimdimê, mîrtiyên xweser, 29 serhildanan û berxwedana 50 salan hatiye strandin, ji aliyê ‘kurdyantalîst’an ve were dagirkirin û veguhere ‘hiş û bîreke protez’ ku xizmet û sixleta mêtingeriya hişî bike. 

Divê neyê qebûlkirin ku rimên Kardokiyan di destê ‘kurdyantalîst’an de bibin rewtên gûzweşandina ji bo mêtinger, dagirker û mêvanan; mertal jî bibin sêniya ji bo pêşkêşkirina gûzan.

Bi kurtasî divê ‘kurd’ û ‘kurdbûn’a ku jixwe li dîrokê bûye serad û hişê kurdyantalîzmê ya ku li defê dixe stûyê xwe lê gopal dide dagirker û mêtingeran, careke din li bêjinga berxwedanê were xistin, spiyên di nav porê wê de yan yek bi yek werin neqandin an jî por were qusandin!