Li baxçeyê kurdî kulîlkekê biçîne bila geş be

Demek e di nav mala kurdî de hestiyarî, hêrs û bertekeke weke şînê heye. Maliyên wê ji hev sar in, aciz in bi hêrs in.

1 deqe xwendin
Li baxçeyê kurdî kulîlkekê biçîne bila geş be

Demek e di nav mala kurdî de hestiyarî, hêrs û bertekeke weke şînê heye. Maliyên wê ji hev sar in, aciz in bi hêrs in. Gelo çima? Bêguman çavkaniya vê bêyomî, fitne û fesadî, dek û dolabên dijmin û neyaran, dagirker û mêtingeran, nemerd û xêrnexwazan in. Ji bo têgihîştina vê kahîntî ne lazim e. Hinek hestiyarî, çand, bîr û bawerî; dilsozî û welatperweriya kurdînî bes e!

Bêguman ev weke rexneyekê ye li her aliyê siyasî, civakî, komelî, rewşenbîrî hwd ku li ser navê kurd û kurdistaniyê xwedî gotin û kiryar in! Weke rojnamegerekî bêguman di serî de hem rexne, hem jî rexnedana li rojnameger, ragihandin-medya kurdî (bê cêwazî) ye ku bi helwesteke hevgirtî û bi berpirsyariya dîrokî tevnagerin. Mînak, niha weke ku çavkaniya pirsgirêka dagirgehbûna Kurdistanê kurd bixwe bin, ango li pêşiya azadî, bidestxistina maf û çarenûsa neteweyî kurd bixwe asteng bin, êrîşî hev dikin; ji devjeniya li dijî hev bigire heta reşkirin, zimandirêjiya li nirxên neteweyî, yan jî liser wan siyaseteke derveyî hestên neteweyî û kurdîniyê ku bêtir xizmeta polîtîkayên dagirkeran dike, tê kirin. Bêguman ez ne di asûna şîretkirin û aqildayîna van derdoran de me; her beşa welêt, gel, her rêxistin, sazî û dezgeh xwedî bîr û baweriyeke kûr a dîrokî civakî ye; aqilê xwe jî, stratejiya xwe jî, armancên xwe jî hene. Mebesta min ev nîne. Derdê min, jan û êşa min, di vê werçerxa dîrokî de ku zilhêz plangeriya sed salên pêşerojê li pişt dergehan, li ser maseyan amade dikin; armancên neteweyî, çarenûsa gelê kurd e. Lê hêzên kurdî yên di asûna diyarkeran de, bi gotinekê ji hêrs û hesabên teng ên siyasî-hizbî-takekesî, mîna ku vê rastiyê dixin rêza duyemîn, gorî dikin.

Mîna ku zilm û zordariya dagirkeran ne bes be, kurd jî bi hev re mijûl dibin. Gelo nayê dîtin ku gelê kurd di bin nîrê dagirkeriyê de dinale. Tu heyaman bi qasî vê serdemê bi rûmet û kerameta kurdan nehatibû lîstin; nirxên wan nehatibûn binpêkirin. Wisa bûye ku li her çar aliyê welêt serdestên zilimkar bi aw