Li Çiyayê Gabarê yên ku hatibûn qedexe kirin şewat derket

Li qada daristanê ya Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ku talan û texrîbkirina xwezayê lê didome, şewat derket.

1 deqe xwendin
Li Çiyayê Gabarê yên ku hatibûn qedexe kirin şewat derket

Li qada daristanê ya Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ku talan û texrîbkirina xwezayê lê didome, şewat derket. Ji ber ku cihên şewat lê derketî bi hinceta “ewlehiyê” hatine qedexekirin, tenê cerdevan, leşker û xebatkarên Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) dikarin biçin van herêman.

Hat diyarkirin ku ji ber bayê, şewat di demekî kin de belav bû.