Li Efrînê jinek hat kuştin

Li gorî agahiyên Jinnews-kurdî li Efrînê jineke ku nasnameya wê nehatiye diyarkirin hatiye kuştin.

1 deqe xwendin
Li Efrînê jinek hat kuştin

Li Efrînê kuştinên jinan dubare dibin û ev rewş rewşa sivîlên ku di bin kontrola leşkerên bi pere yên Tirkiyeyê de dijîn radixe ber çavan.

Li gundê Kefir Della yê Efrîna dagirkirî, jinek hat qetilkirin û heta niha nasnameya wê nehatiye eşkerekirin.

Zêdebûna kuştinên jinan, bi taybetî li deverên di bin kontrola Heyat Tehrîr el-Şam û leşkerên bi pere yên dewleta tirkiyeyê de, di nava gel de dibin sedema metirsiyên mezin.