Li hemberî striyan strandina hêviyê

Dayika Berfo jê re dibêje “Kulîlk hêviyê direşînin” û tekane rêya rizgariyê ji vê rewşê hêvî ye; ew jî qanih dibe ku bi netirsîna ji striyan û bi hêviyê ew dikarin ji vê rewşê rizgar bibin.

1 deqe xwendin
Li hemberî striyan strandina hêviyê

Li gundekî adetî yê Kurdistanê ku jiyan û zeman hev naşikînin û ji hev naxwin; sibehekê dema gundî radibin dibînin ku ewrên reş girtine ser gund û ji dûrahî ve strî bilind bûne. Ma strî di şevekê de mezin dibin? Darên striyan jî hene? Bi mezinbûna wan re çima ewrên reş bigirin ser gund? Gelo dibe ku ev strî bi jehrî bin? Li asîmanê ku sînorê wê tune gelo dûyê reş ê xeniqokî heta ku derê wê biçe? Romana bi navê ‘Strî’ ya Bêrîvan Karatorak qala vê atmosfera apokalîptîk û têkoşîna li hemberî vê rewşê dike. 

Li gundekî ku bêhna kulîlkan, kalîna berxan û klamên dengbêjan di nav hev de zîz dibin; zarok bi lîstikan rojbiroj tiştekî hîn dibin; dayikên navsere yên ku bi dermanên kurmancî nexweş û birîndaran derman dikin; kalên zemanan dilê xwe dibijînin xortan; ji nişkan ve mijeke reş digire ser gund. ‘Rengekî gewr û tarî  kulîlkên deştê dorpêç kiribûn.. Bi qasî ku didît ên ku xuya dibûn strî bûn. Darên striyan bi ser kulîlkan ketibûn. Bi serê çiqilên wan ve gurzikên ku dişibîn gurzikên pembû hebûn.’ Ev darên striyan beriya her tiştî kulîlkan diçilmisîne û hişk dike. Heke mirov çilmisîna kulîlkan bi tenê ji aliyê dîtbarî û xwezayî ve binirxîne wê şaş be, ev strî bi çilmisandina kulîlkan re hewl dide bêhnê bikuje, ji ber ku di nav bîrên tahmkirin, dîtin, bihîstin û bêhnstandinê de ya herî bi hêz bêhn e. Di navbera mêjî û bêhnê de têkiliyeke xurt a dîrekt heye. Bi çilmîsîna kulîlkan re ev peyam tê dayîn ku êdî wê bi tenê bêhna mirineke civakî were. 

Ji ser van striyan dûyekî reş bilind dibe, ev dû rojbiroj dibe wekî ewr û mijê û nêta wê heye ku hemû reng û dengên jiyanê bimije. Di pergala asayî de ewrên reş ewrên baran û bereketê ye lê li vir her kes fêm dike ku ev ewrên reş ne yên xêrê ne. 

Dema gundiyek ji nav striyan derbas dibe û çend strî di bedena wî re diçin, ev kes ji ser hişê xwe diçe û ji taqetê dikeve. Destpêkê dibêjin qey strî bi jehrî ne, lê dayika Berfo ya ku dermanên xwezayî çêdike dema tê halê wî dibîne, fêm dike ku ji jehrîbûnê zêdetir, ev kes ji ber tirsê ketiye vî halî. Vê tespîta ku li vir tê kirin, li dijî zanyariya pozîtîvîst feraseteke tevgir a tendirustiyê ye. Ji ber ku nexweşî bi qasî diyardeyek biyolojîk e, ewqasî jî diyardeyeke psîkolojîk e. Dema ev nexweşî bi tirsê ve tê girêdan, ev tespît wekî birûskekê vêdikeve, her derê ronî dike lê dîsa atmosfer vediguhere tarîtiyê. 

Gundî piştre hîn dibin ku hin tiştên dişibin mirovan hene di nav striyan de ne, ev mirovok jî di rengê striyan de ne, diaxivin lê kes ji axaftina wan fêm nake. Ev zombiyên di rengê striyan de, atmosfera apokalîptîk tîrtir dike. 

Di dûmahîkê tê dîtin ku ev strî û dûyên reş li bajaran jî peyda bûne, rewşa li vir ji ya gund xerabtir bûye, kesên bajêr êdî devê wan giran dibe, zimanê wan nagere lê bajarî vî tiştî ji xwe re nakim xem. Li vir rexne li pergala betonî, mekanîk, dercivakî ya bajêr jî heye ku; kesên li bajêr bûne wekî marên nîvkuştî lê ji rewşa xwe razî ne.

Berxwedana li hemberî van striyên mirovxur û agir bi wan nakeve divê xurttir bibe, ji ber ku êdî strî di hewşan de jî şîn tên, rojbiroj xeleqa li dora gundiyan tengtir dibe.

Dema ku rojekê pîrika dayika Berfo tê xewna wê û jê re dibêje “..heke ew tirs û bêhêvîtiyê belav dikin, hûn jî aramî û hêviyê belav bikin… tovên kulîlkan têxin nav gulokên heriyê, ew ê di demeke zû de şîn werin û hêviyê belav bikin.”

Gundî dema ku tovên kulîlkan dixin nav gulokên heriyê û van gulokan bi qewsikan diavêjin nav striyan dibînin ku strî hişk dibin lê dîsa jî gundî nikarin zora striyan bibin. Ev jiyana ku strî êdî li her derê ne, rojbiroj kesên bi nexweşiya tirsê ketine jî zêde dibin. Li bajêr rewş ji vê xerabtir bûye, êdî kes ji axaftina ciwanan fêm nake, yên diaxivin jî zimanê wan giran bûne û gotinan ji bîr dikin.   

Piştî du salan dîsa dema pîrê tê xewna dayika Berfo jê re dibêje “Kulîlk hêviyê direşînin” û wê li ber dixe tekane rêya rizgariyê ji vê rewşê hêvî ye; ew jî qanih dibe ku bi netirsîna ji striyan û bi hêviyê ew dikarin ji vê rewşê rizgar bibin. Dema ku kesên bi vê nexweşiyê dikevin, rûbirûyî tirsa ji striyan dibin û hêviya xwe zêdetir dikin; dûyekî reş ji devê wan derdikeve, ji hal dikevin û piştre tê dîtin ku ji vê rewşê û nexweşiyê rizgar bûne.

Kurteromana Strî ya ku wekî nimûneyeke qiyamet û bobelatan derdikeve pêş û di vê senaryoyê de rojbiroj dor li mirovan teng dibe, bi mijara xwe ya xwîneran dikişîne nav xwe balkêş e. Divê bibêjim ku di romana bi navê ‘Gurê Manco’ ya Sadiq Ûskan de dîsa atmosfereke wisa ya apokalîptîk heye.

Ji ber ku roman li ser xeteke têkoşîna li dijî striyan de dimeşe, zêde qala bûyerên ji xeynî striyan yan jî qala jiyana gundiyan a xeynî têkoşîna li striyan nayê kirin, ev tişt dike ku ji xeynî têkoşîna striyan tiştekî din tevlî romanê nebe, çîrokên heyî jî di bin siya têkoşîna striyan de dimîne. Heke nivîskar karibûya xwe bera nav derzên hestên karakteran bida û ji wir xwe bigihanda kakilê hestên wan; xem û tasewasên wan ên rojane berfirehtir bikira. Di romanê de taybetî û baweriyên civaka adetî zêde xuya nake. Sermeselê, dema heyv tê girtin gel radibe li tenekeyan dixe, li gorî baweriya wan pêşiya heyvê ji aliyê cinawiran hatiye girtin û bi dengan ew hewl didin heyvê rizgar bikin; an jî ji bo ku zarok çavînokî nebin tenî bi berçavên wan dihate dayîn; an jî tê gotin mirov şûjinê di pêsîra cinan re bike ew cin êdî heta hetayê ji mirov re dixebite. Di vê çarçoveyê de mirov li meseleyê binihêre, karakterên romanê îdealîze û materyalîst in; nivîskar ji xeynî psîkolojiya karakteran dikaribû baweriya kolektîf a civakê bida nîşandan, bi vî awayî xwîner wê bikariba kakilê kesayet û civakê nas bikira.