‘Li Îranê îşkenceyên li dijî girtiyan zêde dibin’
48 parêzerên kurd û îranî têkildarî berdewamiya binpêkirinên dewleta Îranê, daxuyaniyek da û hişyarî kir.

48 parêzerên kurd û îranî têkildarî berdewamiya binpêkirinên yasayê ji aliyê Îranê ve ku li beramberî xwepêşanderên girtî pêk tîne, daxuyaniyek da û hişyarî da.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bi hezaran welatiyên bê suc di dema xwepêşandanan de hatine kuştin û tê gotin: “Ev bûyer gelên Îranê xistiye di nava xemek mezin de. Di van şert û mercan de serweriya yasayê û parastina mafên hemû welatiyan bi taybetî jî ya girtiyan gelek giring e.”
Di dewama daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku li gor destur û peymanên navdewletî yên mafên mirovan, bendên yasaya dadweriya ceza, yasaya rêzgirtina li azadiyan mafekî xwezayî pêwîst û aşkere ye.”
Di beşek din a daxuyaniyê de îşaret bi şêwazê dadgehkirina kesên di xwepêşandanan de hatine girtin û hatiye gotin: “Di dema binçavkirinan de rê nayê dayîn kesê hatî binçavkirin li gel parêzerê xwe hevdîtinê bikin. Bêyî ku parêzerên kesên binçavkirî amade bin, di dadgehkirinek çend deqeyî de biryar li ser tên dayîn. Ev yek bûye karekî ji rêzê yê deshilatê.”
Di dewama daxuyaniya parêzeran de îşaret bi rewşa girtiyan jî hatiye kirin û hatiye gotin: “Di girtîgehan de qerebalixiyek zêde heye, nexweşî belav dibin û girtî nayên dermankirin. Tûndî li beramberî girtiyan tên kirin. Di bin îşkenceyê de îfadeyên wan tên girtin û wan dişînin hucreyên yek kesî.”


