Li Kobanê pirsgirêkên jiyanî kûr dibin
Ligel Peymana 29ê çileyê jî dorpêçla li ser Kobanê berdewam dike û pirsgirêkên jiyanî kûr dibin.

Dorpêça li ser Kobanê di roja 23yemîn de jî berdewam dike. Ligel Peymana 29ê Çileyê û hevdîtinên di navbera aliyan de jî Komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê destûr nadin ku alîkarî derbasî bajar bibe. Di encama dorpêçê de li bajar pirsgirêkên jiyanî kûr dibin. Ji ber dorpêçê derman, şîrên zarokan, madeyên xurekê, sotemenî û pêdiviyên din ên jiyanî gelekî kêm bûne û ev yek bandorek neyînî li ser rewşa bajar dike.
Li gorî Peymana 29ê Çileyê diviya heta niha komên girêdayî Şamê xwe ji derdora bajar vekişandana û rewş asayî bibûya. Ji bo rakirina dorpêçê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî de heta niha gelek hevdîtin hatin kirin. Li gorî agahiyên rayedarên Rêvberiya Xweser dayîn rayedarên Şamê di hevdîtinan de soza rakirina dorpêçê didin lê di pratîkê de tiştek naguhere. Hat zanîn ku di hevdîtinan de rayedarên Şamê bi awayek ne fermî sedema ranekirina dorpêçê wekî Tirkiye nîşan dane.
Xeta ceyranê ya Kobanê ku di encama êrişên komên çete de yên Şam û Tirkiyeyê de zirar dîti bûn duh ji hêla yekîneyên pispor ên ceyranê ve hatine restorekirin. Piştî yekîneyên Rêvberiya Xweser xet ji nûve çêkirin ceyrana bajar hat. Piştî demek dirêj cardin ji nûve dayîna ceyranê pirsgirêkên sermayê heta astekê çareser kir.
Li bajarê di bin dorpêçê de bi sed hezaran koçber dimînin. Ji ber ku koçber li 70 noqteyên cuda bi awayek demkî hatine bi cihkirin, hêj gelek pirsgirêkên jiyanî didomin û hindî dem derbas dibe jî pirsgirêk kûr dibin. Zêdebûna nifûsê bi xwe pêwistiyên debar, tenduristî û hewandinê derketine asta jor.
Gel dixwaze vegere malên xwe
Şêniyên Kobanê ku bertek nîşanî dorpêçê didin, balê dikişînin ser armancê dorpêçê. Bi vê boneyê dorpêçê mîna hewildanek têkbirina îradeyê dinirxînin û destnîşan dikin ku dê heta dawiyê li berxwe bidin.
Welatiyên diyar kir ku berxwedan tekane rêya parastina destkeftiyan e û li dijî hemû êriş û dorpêçan jî dê li berxwe bidin.


