Li Pîranê 4 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin

Li navçeya Pîran a Amedê, gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji ber operasyonên leşkerî navbera 21-30ê Gulanê de weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin.

1 deqe xwendin

Walîtiya Amedê ketina herêman bi destûrê pêk tîne û hinceta qedexeyê jî wek ‘ Pêkanîna aramî û ewlehiya netewî û cemaerî, pêşî girtina sûc, parastina maf û azadiyan’ hat nîşandan.